Şehîd Mehmûd Mamo bi merasîmekê hate veşartin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Mamo li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Mamo li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Mamo dema erka xwe bi cih dianî 30‘ê Çileya îsal (2026) li bajarê Hesekê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyê li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê bajarê Dirêbsiyê hat veşartin.
Tevî şêniyên bajarê, endamên saziyên sivîl, meclis,komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Edla Misto axivî. Edlayê di axaftina xwe de behsa rola şehîdan di parastina herêmê û têkoşîna wan di rêya azadiyê de vegot.
Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Amûdê Umran Orkêş jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser şerê taybet ku li ser gelên herêmê tê meşandin. Orkêş di axaftina xwe de anî ziman ku şerê taybet wê nikarebe îradeya gel bişkîne, lê israra wê ya bidestxistina jiyaneke azad, bi rûmet û adilane zêdetir bike.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mehmûd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin " û tilîliyên dayikan hat veşartin.