NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

Rayedarên Talîbanê ragihandin ku li Heratê zêdeyî 19 jin bi hinceta ku li gorî "pîvanên hîcabê tevnegeriyan e" hatin binçavkirin. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) li Heratê herî kêm 30 jin hatin binçavkirin.

Serokê ewlehiya Daîreya Polîsan a Heratê ya Talîban Necîbullah Elî, ragihand ku heta niha zêdetirî 19 jin ji aliyê yekîneyên fermankirina başî û qedexekirina xirabiyê ve bi hinceta ‘quralên hîcabê pêknenîne’, hatine binçavkirin.

Necîbullah Elî diyar kir ku kontrolên li ser cilên jinan, bi armanca ‘avakirina hişmendiya civakî’ didomînin û kesên ku li gorî fermanên Talîbanê yên hicabê tevnegerin dê ji aliyê van koman ve bên çareserkirin. Da zanîn ku pêkanîna binçavkirina jinan wê li Heratê bidome.

Berpirsê ewlehiya Talîbanê yê Heratê jî piştrast kir ku li herêma Cebraîl ji bo belavkirina xwepêşanderên li dijî girtina jinan xwepêşandan dikirin, li hewayê gule hatine avêtin. Îfade kir ku hin xwepêşander hatine binçavkirin.

Ev daxuyanî di demek ku di rojên dawî de gelek nûçeyên ku li Heratê jin û zarokên keç ji ber cilên xwe têne girtin û qedexeyên dijî jinan zêde dibin hate weşandin. Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî jî di rapora îro weşandî de ragihand ku 30 jin ji aliyê Talîbanê ve hatine binçavkirin.

Li gorî raporê, rayedarên Heratê herî kêm 30 jin ji ber quralê hîcabê ya Talîbanê binpê kirine hatine binçavkirin. Beşek ji jinên hatine binçavkirin piştre hatine berdan.

Di rapora NY ya ku xwe dispêre pisporên serbixwe, hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên di Talîbanê gule li ser mêr, jin û zarokên ku beşdarî xwepêşandanan dibûn reşandine û derb kirine. Di dema destwerdanê de di navde zarokek biçûk, herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Tevî ku Talîban jinan bi hinceta ‘quralên hîcabê pêkneanîne’ binçavkirina jinan zêde kirine û nûçeyên têkildarî ku li Heratê gule li xwepêşanderan rijandine, hîn jî ji bo ev kiryar werin sekinandin, ji hêla rêxistinên navneteweyî û komên mafên jinan ve gavên berbiçav û bibandor nehatine avêtin.

Rexnegir diyar dikin ku sînirdarkirina berteken bi daxuyaniyê protesto û domandina bêdengiyê, li Efganistanê rê li ber pêkanînên dijwar ên tundiyê û qedexeyên dijî jinan vedike.