Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê li Silêmaniyeyê ye
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî bi heyeteke payebilind li Silêmaniyeyê bi Serokê Daîreya Îstîbarat û Parastinê re civiya.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî bi heyeteke payebilind li Silêmaniyeyê bi Serokê Daîreya Îstîbarat û Parastinê re civiya.
Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku danê sibehê şandeyek bilind a ewlekariyê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Iraqê Qasim Erecî gihişte parêzgeha Silêmaniyeyê û ji aliyê Serokê Ajansa Parastin û Zanyariyan Celal Şêx Nacî ve hate pêşwazîkirin.
Hate diyarkirin ku serdana Erecî û şandeya li gel ji bo Silêmaniyê di çarçoveya hemahengiya berdewam a di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tê çaverêkirin ku şande li gel berpirsên payebilind ên partî, hikmû û saziyên ewlekariyê yên parêzgeha Silêmaniyê kom bibe û çend dosyayên giring guftugo bikin.
Balkêş e ku serdan di demeke welê de tê kirin ku mijarên ewlekarî û kontrola sînor tê nîqaşkirin.