PE’yê rapora Tirkiyeyê qebûl kir: 'Bi lez ber bi modela otorîter ve diçe'

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora salane ya li ser Tirkiyeyê bi 381 dengan qebûl kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di demeke ku polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê (YE) berfireh dibe de Tirkiye ji ber kêmbûna reformên demokratîk vê firsendê baş nenirxand.

Rapora ku 381 parlamenteran piştgirî dayê, 107 parlamenter li dijî wê derketin û 171 parlameter jî bêalî man. Hat diyarkirin ku tevî hikûmeta Tirkiyeyê bi daxuyaniyan girêdana xwe ya bi endametiya YE’yê re nû  kir jî pirsgirêkên bingehîn ên ku bandorê li pêvajoya endametiyê dikin hîn jî çareser nebûne.

Di raporê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku kêmasiyên di warên serweriya hiqûqê, mafên mirovan, standardên demokratîk, azadiya çapemeniyê û mafên bingehîn de çareser bike. Her wiha hat xwestin ku divê rêzê ji têkiliyên cîrantiya baş û qanûna navneteweyî bigire.

MAFÊN SERWERDANIYA YEWNANISTAN Û QIBRISÊ TÊN BINPÊKIRIN

Parlamentoya Ewropayê destnîşan kir ku Tirkiye mafên serweriya Yewnanistan û Qibrisê binpê dike û berteka sînordar a saziyên YE û hin dewletên endam li hember van pêşketinan jî rexne kir. Parlamenteran bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku ji bo parastina demokrasî û serweriya hiqûqê helwesteke xurt nîşanî Tirkiyeyê bide.

Di raporê de hat bibîrxistin ku muzakereyên tevlîbûna Tirkiyeyê ya YE’yê ji sala 2018an û vir ve bi awayekî fîîlî hatine sekinandin, tevî vê jî Tirkiye girîngiya xwe ya stratejîk û jeopolîtîk diparêze û hîn jî hevalbendê NATOyê ye.

DIVÊ FIKARÊN SERWERIYA HIQÛQA DEWLETÊ  LI BER ÇAVAN BÊN GIRTIN

Di raporê de hat destnîşankirin ku fikarên cidî yên YEyê, ku di rapora Komîsyona 2025an de nû bûye yên derbarê xirabûna standardên demokratîk, serweriya hiqûqê, serxwebûna dadweriyê û rêzgirtina mafên bingehîn ji hêla hikûmeta Tirk ve li ber çavan nehatine girtin.

Di demek hîn nêztir de biryara 36’emîn Dadgeha Îstînafê ya Enqereyê ya betalkirina kongreyên asayî û awarte yên partiya sereke ya muxalefetê CHP’ê, bi vê biryara bertalkirina kongreyên asayî û awarte re, beriya wê tawanbariyên di serî de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û endam û hilbijartiyên muxalafetê, girtin û lêpirsîn û ji peywirê dûrxistin pirsên li ser serweriya hiqûqê û mafên bingehîn derxistine holê.

AMOR: BI LEZ BER BI MODELEKE OTORÎTER VE DIÇE

Raportorê ji Spanyayê yê ji Koma Sosyalîst û Demokratan Sancho Nachez Amor ev nêrîn anîn ziman: “Tirkiye bi temamî bi lez ber bi modeleke otorîter ve diçe. Bûyera herî dawî ya ku partiya mûxalefeta sereke CHP û serokatiya wê ya rewa dike armanc, mînaka herî dawî ya têkçûna berfireh a piralîbûna demokratîk û serweriya hiqûqê ye û rola darazê ya ku ji bo armancên siyasî veguheriye çekekê radixe ber çavan. Li hemberî rewşeke wiha giran, em ji bêdengiya Komîsyonê, Serwîsa Karûbarê Derve ya Ewropayê (EEAS) û dewletên endam ên ku çavên xwe ji hilweşandina demokrasî ya li Tirkiyeyê re digirin, pir fikar in. Ev bêdengî zirarê dide navûdeng û pêbaweriya YE'yê û beşên alîgirên Ewropayê û alîgirên demokrasiyê yên civaka Tirk hîn bêtir dûr dixe, encamên neyênî, li pey xwe dihêle.”