Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 46’an de ye
Li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê, di roja 46’an de didome. Îro niştecihên gundê Şorik nobet dewr girtin.
Li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê, di roja 46’an de didome. Îro niştecihên gundê Şorik nobet dewr girtin.
Hevserokên Komeleya Çavdêrî û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Medya Alkan û Vecîh Aydogan ji bo piştevaniyê serdana qada nobetê kirin.
Hevseroka GÖÇ-DER’ê Medya Alkan bal kişand ser berxwedana gelê Gimgimê û got: “Di salên 90’î de bi şewitandina gundan, niha jî bi wêrankirina ekolojiyê hewl didin herêmê bêmirov bihêlin. Ev polîtîkayeke domdar a bêmirovkirinê ye.”
Hevserokê GOÇ-DER’ê Vecîh Aydogan jî anî ziman ku çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf hene, lê dema ev çavkanî li ser axa çandiniyê û jîngehê bên avakirin, mafê jiyanê yê mirovan tê astengkirin. Aydogan têkildarî mijarê wiha got: “Mafê jiyanê tê astengkirin, rêya avê tê guhertin. Bila çem û derên me bi azadî herikîn.”
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun jî bibîr xist ku bi saya berxwedana gel, sondaja ku di 20’ê Gulanê de dihat plankirin, nehatiye kirin. Dursun destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê di vê têkoşînê de bi ser bikevin.
Şêniyên gundê Xwarikê di roja 46’emîn de nobeta li dijî JES’ê tê domandin dewrî şêniyên gundê Şorikê kirin.
Nobet bi biryardarî û hevgirtinê didome.