Li Stenbolê ji bo şehîda YPJ'ê Kînda Brûsk taziye hate danîn

Ji bo şervana YPJ'ê Kînda Brûsk ku li Dêrazorê meha Çileyê di êrişan de şehîd bû, li Esenler a Stenbolê taziye hate danîn.

Şervana YPJ'ê Kînda Brûsk (Mîhrîban Şorlî) meha Çileyê di êrişa HTŞ'ê û komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk de li Dêrazorê şehîd bûbû.

Taziye bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenlerê hate danîn. Malbata Kînda Brûsk, endam û rêveberên DEM Partî, DBPê, Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DERê û gelek kes beşdarî taziyeyê bûn.

Li cihê bîranînê wêneyên Kînda Brûsk Mûş û Rêber Apo û birayê Kînda Brûsk, Mehmet Şorli (Brûsk Serhed Mûş) ku di 27'ê Adara 2014'an de şehîd bû, hatin vekirin û find hatin pêxistin.

Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Paşê qala têkoşîna cangoriyên têkoşîna azadiyê hate kirin û hate diyarkirin ku ew ê têkoşîn û xeyalê Kînda û hemû cangoriyan bigihînin serketinê.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîna şervanan dike hate nîşandan. Serdana gel a ji bo taziyeyê didome.