Trump: Eger Îran rehet nesekine, em ê dîsa bombebaran bikin

Serokê DYE’yê Donald Trump du roj berî îmzekirina lihevkirina di navbera Washington û Tehranê de li Cenevreyê got ku eger Îran “rehet nesekine”, ew ê dîsa "bombebaran bike".

Trump piştî hevdîtina bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî re ya di çeçoveya lûtkeya G7’an a li Evianê daxuyaniyek nû da.

Serokê DYE’yê li ser lihevkirina bi Îranê re got, "Ev ne metneke nîhayî ye. Ev protokala lihevkirinê ye," û gefa “Ger ez vê metnî ne ecibînim, eger ew rehet nesekinin em ê dîsa dest bi bombebaranê bikin.”

DYE û Îran ji bo dawî li pevçûnên li Rojhilata Navîn ku ji dawiya Sibatê ve bi taybetî li Îran û Lubnanê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, bînin vê hefteyê lihevkiribûn. Peyman wê roja Înê li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin.

Di vê navberê de, li gorî nûçeya Bloomberg ku belgeyek tevahiya peymana di navbera Îran û DYA de eşkere dike, peymana di navbera Tehran û Washingtonê de wê "bandorên aborî yên erênî" ji bo Îranê derxe holê.

Bloomberg wiha berdewam kir: "Hema ku memorandum were îmzekirin, Wezareta Xezîneyê ya DYE’yê wê ji bo sînorkirinên li ser îxracata petrola xam û petrokimyayî ya Îranê îstîsnayan nas bike.” Di gotarê de wiha hat gotin: “DYE wê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê jî rake û her du welat ji bo trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê  di nav 30 rojan de vegere beriya şer wê di nava hewldanan de bin.”