Îngiltere qedexeya ’rêxistina terorîst' a koma alîgirê Filistînî pejirand
Dadgeha Îstînafê ya Îngiltereyê biryara hikûmetê ya qedexeya ’rêxistina terorîst' a koma alîgirê Filistînî Palestine Action li gorî hiqûqê dît.
Dadgeha Îstînafê ya Îngiltereyê biryara hikûmetê ya qedexeya ’rêxistina terorîst' a koma alîgirê Filistînî Palestine Action li gorî hiqûqê dît.
Dadgeha Îstînafê ya Îngiltereyê biryar da ku qedexekirina koma çalakvanên Filistînî Palestine Action qanûnî ye.
Dadgehê diyar kir ku biryara Wezareta Karên Hundirîn a ku komê xistiye nava rêxistinên terorîst, qanûnan binpê nekiriye.
'BIRYAR BI NÎQAŞ E LÊ QANÛNÎ YE'
Dadger Sue Carr ê ku biryar ragihand, qebûl kir ku qedexe û dabeşkirina Palestine Action wekî rêxistineke terorîst di nava raya giştî de rê li ber nîqaşeke cîdî vekiriye.
Carr îdia kir ku kom bi eşkereyî tundiya derqanûnî teşwîq dike û xebatên wê dişibin terorîzmê, bi vî rengî biryara hikûmetê mafdar dîtine.
ÇALAKVANAN BERTEK NÎŞAN DAN
Yek ji damezrînerên Palestine Action Huda Ammori piştî biryarê daxuyaniyek da diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin.
Ammori xwest ku dawî li qanûnên dijî terorê yên li hemberî çalakvanan bînin.