Volker Turk di civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hate lidarxistin de axivî û got ku şer û pevçûnên li Sûdanê berfirehtir bûne û bikaranîna ÎHA’yan gelekî zêde bûye.
Volker Turk da zanîn ku li gorî daneyên Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê di navbera mehên Çile û Gulana 2026’an de di encama êrîşên ÎHA’yan de zêdetirî 1.000 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
TUNDIYA ZAYENDÎ ZÊDE DIBE
Volker Turk anî ziman ku rewşa mirovî ya li Sûdanê her ku diçe xirabtir dibe û got ku li Sûdanê tecawiz û tundiya zayendî gelekî zêde bûne.
Şer û pevçûnên li Sûdanê, ji Nîsana sala 2023’yan ve ye di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de berdewam dikin. Şerê di navbera aliyan de bû sedem ku bi milyonan însan ji cih û warên xwe bibin û berê piraniya welêt jî da wêraniyeke giran.
ŞER Û PEVÇÛN BELAV BÛNE HERÊMÊN NÛ
Hate ragihandin ku di serdemên dawîn de bi taybetî li herêma Kordofanê û eyaleta Nîla Şîn a li sînorê Etiyopyayê şer û pevçûn û êrîşên ÎHA’yan zêde bûne.
Tê diyarkirin ku bidestxistina bajarê El-Faşir ê li rojavayê Darfurê ya di Îlona 2025’an de ya ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve rê li ber zêdebûna şer û pevçûnan vekiriye.
GIRANTIRÎN KRÎZA MIROVÎ YA CÎHANÊ
Li gorî texmînan, di encama şerê ku dikeve sala xwe ya çaran de zêdetirî 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Neteweyên Yekbûyî jî rewşa li Sûdanê weke ‘’girantirîn krîza mirovî ya cîhanê’’ pênase dike.
Saziyên navneteweyî ji bo parastina welatiyên sivîl û gihandina alîkariyên mirovî bangên agirbestê li aliyan dikin û tê diyarkirin ku şert û mercên ewlehiya welêt her ku diçe xirabtir dibin.