Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat veşartin

Dayika Aştiyê Munîbe Koç a ku demek dirêj tedawiya pênçeşêrê didît û duh jiyana jiyana xwe ji dest da li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê hat veşartin.

Ji bo Dayika Aştiyê Munîbe Koç a ku demek dirêj tedawiya pençeşêrê didît û di 14’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da li Mizgefta Karşiyaka ya Enqereyê merasîma cenaze hat lidarxistin. Tuley Hatîmogullari, Dayikên Aştiyê, nûnerên DEM Partî yên Enqereyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Cenazeyê Dayika Aştiyê Munîbe Koç îro piştî nimêja nîvro li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hat veşartin. Di dema veşartina cenaze de laçika spî û qurnefîl danîn ser gorê.

Di axaftinên ser gorê hatin kirin de bal kişandin ser têkoşîna Munîbe Koç. Di merasîmê de de dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Munîbe Koç tevî hemû êşên ku kişandiye jî, qet dev ji têkoşîna xwe ya aştiyê bernedaye û ew ê bîranîn û têkoşîna wê berdewam bikin.

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ew ê  di armancên azadî, wekhevî û aştiya mayînde ya gelê Kurd têkoşînê berdewam bikin.

Piştî merasîma cenaze, ji bo Munîbe Koç li Komeleya Qers Dîgoriyan sersaxiyê hat danîn. Hat diyarkirin ku sersaxiyê wê sê rojan berdewam bike.