Karwana Dayikan a ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re, balê bikşîne ser ambargo û dorpêça li ser Kobanê û eşkerekirina daxwaza jinan a aştiyê bidin xuyakirin hatiye organîzekirin, îro ji bajarên Heilbronn û Hamburgê ypn Elmanyayê bi rê ketin.
Dayikên ku ji du herêmên cuda yên Elmanyayê bi rê ketin wê hefteyekê bajar bi bajar bigerin û peyamên hevgirtina bi Rojava re bigihînin raya giştî.
Dayikan bi mitînga li Heilbronnê dest bi gera xwe ya li Elmanyayê kirin û piştgiriya xwe ji bo pergala demokratîk a bi pêşengiya jinan li Rojava anîn ziman û her wiha dengê xwe li dijî êrîş û polîtîkayên ambargoyê yên bi yabetî li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind kirin.
Di çalakiyê de, peyama hevgirtinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat xwendin. Di peyamê de bal kişand ser piştgiriya ji bo berxwedana gelê Rojava û her wiha li ser rewşa rojnamevan Ahmed Polat û Eva Michelman ên ku li Sûriyeyê hatibûn revandin rawestiyan û daxwaza berdana wan hat kirin.
Di mitîngê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Em hemû YPJ ne" berzkirin.
Rêya başûr a karwan di 13’ê Hezîranê de li Heilbronnê dest pê kir. Rêwîtî wê di 14’ê Hezîranê de li Mannheimê, di 15’ê Hezîranê de Darmstadt, di 16’ê Hezîranê de li Kassel/Gottingenê, di 17’ê Hezîranê de li Jena, di 18’ê Hezîranê de li Leipzig û di 19’ê Hezîranê de li Neuruppinê berdewam bike. Karwan wê di 20’ê Hezîranê de bigihêje Berlînê.
Rêwîtiya bakur di 13ê Hezîranê de ji Hamburgê dest pê kir. Karwana Dayikan dê di 14 û 15ê Hezîranê de li Bremen, di 16ê Hezîranê de li Celle, di 17ê Hezîranê de li Wendland, di 18ê Hezîranê de li Rostock û di 19ê Hezîranê de li Neuruppin çalakiyên hevgirtinê li dar bixe. Piştre dê ber bi Berlînê ve biçe.
Li her rawestgehê, civîn, nîqaş û çalakiyên hevgirtinê werin organîzekirin. Dayik wê têkoşîna jinan a li Rojava, ezmûna hevpar a gelên ku bi hev re dijîn û mîrata berxwedana Kobanê li bajarên cuda yên Elmanyayê parve bikin.
Karwan wê daxwaza bidawîanîna bêdengiya navneteweyî ya li ser Rojava û zêdekirina hevgirtina bi gelên herêmê re bike.
Karwana Dayikan a ku bi du baskan bi rê ket wê di 19’ê Hezîranê de li Neuruppin bicive û di 20’ê Hezîranê de li Berlînê bi çalakiya hevpar bi dawî bike. Di civîna dawîn a ku wê li Berlînê were lidarxistin de, jin wê careke din daxwazên xwe yên ji bo hevgirtina bi Rojava re, rakirina ambargoya li ser Kobanê û jiyana aştiyane ya gelan bînin ziman.