BI DÎMEN

10 şehîdên malbata Avras li Essenê hatin bibîranîn: Têkoşîna wan bingeha aştiyeke bi rûmet e

10 şehîdên ji malbata Avras, li bajarê Essen ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Xizmên malbatê û nûnerên saziyan ên di bîranînê de axivîn, destnîşankirin ku têkoşîna şehîdan bingeha lêgerîna azadî û aştiyê ya ku îro tê meşandin, pêk tîne.

Ji bo endamên malbata Avras ên ji navçeya Tetwan ê Bedlîsê ne û di dîrokên cuda de di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, li bajarê Essen ê Elmanyayê ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de M. Nurî Avras (Şahîn), Behçet Avras (Felat Artos), Sabrî Avras (Harun), Mazlum Avras (Harun Şahîn), Savda Avras (Toprak Harun), Abdulhamît Doner (Egîd), Abdulkerîm Avras (Rizgar Sabrî Harun), Welat Avras (Dîcle Ela), Şukran Avras (Onur Artos), Ersîn Avras (Şiyar Cûdî) û Burhan Altintaş (Numan) hatin bibîranîn.

Her wiha di bîranînê de Şevîn Tetwan (Hayriye Avras) a ku di sala 1999’an de şehîd bû û Seyît Dersim (Alî Kaçar) ê di sala 2017’an de şehîd bû, hatin bibîranîn. Ji ber ku agahiya şehadeta wan di heman demê de hate ragihandin, ji bo Hayriye Avras û Seyît Dersim beşeke taybet hate veqetandin.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Essenê hate lidarxistin û rêveberên KOMAW û gelek kes tevlî bûn. Cihê bîranînê bi wêneyên Rêber Apo û gerîlayên şehîd hate xemilandin.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka KON-MED’ê Rûken Emîne Akça û Hevserokên NCDK’ê Reşat Kaymaz û Gulhan Ozkan ên ku di bîranînê de axivîn, bal kişandin ser nirx û mîrateya têkoşînê yên Şehdîên Azadiya Kurdistanê.

‘BI NIRXÊN ŞEHÎDAN RE DÎROKEK HATE NIVÎSANDIN’

Li ser navê malbata Avras, Hamdullah Avras axivî û di şexsê Şevîn Tetwan de hemû şehîdan bi bîr anî. Avrast bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya 50 salî.

Avras diyar kir ku nirxên ku şehîdan afirand, di xala ku îro gel gihiştiye de roleke diyarker dilîze û wiha got, “Bi nirxên ku ev şehîd afirandin re dîrok hate nivîsandin û em îro vê dîrokê jiyan dikin. Bi saya bîranîn û têkoşîna wan em gihiştin qonaxa îro.”

‘TÊKOŞÎN LI SER 4 BINGEHAN MEZIN BÛ’

Rêveberê KOMAW’ê Alî Konkurt jî şehîdbûnê wekî “îdeolojî, bawerî û fedakariyê” bi nav kir. Konkurt diyar kir ku di têkoşîna 50 salî de berdêlên mezin hatin dayîn û têkoşîn li ser çar bingehan mezin bû.”

Konkurt van wekî rêxistinbûna gel ku li dora fikrên Rêber Apo pêş ket, berxwedana Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê, Pêngava 15’ê Tebaxê û fedakariya şehîdan rêz kir.

Pero Dundar ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd mafê axaftinê girt, anî ziman ku nirxên şehîdan di têkoşîna îro ya gel de xwedî cihekî girîng e.

Hevjina M.Nurî Avras, Nazîme Avras jî bi rêya vîdeo konferans tevlî bîranînê bû.

Çalakî piştî pêşandana sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdan û dirûşmeyan bi dawî bû.