Enternasyonalîst li Cenevreyê civiyan: Banga beşdarbûna meşa li dijî G7’an hat kirin
Di konferansa enternasyonalîst a li Cenevreyê hat lidarxistin de modernîteya kapîtalîst, mêtingerî, şerên kûrewî û têkoşînên rizgariya gelan hatin nîqaşkirin.
Di konferansa enternasyonalîst a li Cenevreyê hat lidarxistin de modernîteya kapîtalîst, mêtingerî, şerên kûrewî û têkoşînên rizgariya gelan hatin nîqaşkirin.
Li bajarê Cenevre ya Siwîsreyê bi pêşengiya derdorên enternasyonalîst konferans hat lidarxistin. Di konferansê de modernîteya kapîtalîst, mêtingerî, şerên kûrewî û têkoşînên rizgariya gelan hatin nîqaşkirin.
Beşdarên ku di konferansê de axivîn diyar kirin ku divê gel neçarî aliyê pevçûnên navbera dewletan neyên kirin û bal kişandin ser girîngiya civaka demokratîk û hevgirtina enternasyonalîst.
Di nirxandinan de hat destnîşankirin ku sînorên di navbera şer û aştiyê yên gelên hatine mêtingerkirin gelek caran ne diyar in, pergala kapîtalîst a modern bi dîrokî li ser şer, mêtingerî û mekanîzmayên zextê teşe girtine.
Axaftvanan diyar kirin ku têkiliya di navbera kapîtalîzm, dewleta neteweyî û derdorên sermayeya mezin de yek ji sedemên bingehîn ên şerên îro ne û destnîşan kirin ku rêbazên çavdêrî, kontrol û tepeserkirinê yên ku di şerên mêtingerî de hatine pêşxistin bi demê re li seranserê cîhanê belav bûne. Beşdaran anîn ziman ku pergalên kampê, girtîgeh, polîtîkayên sînor û amûrên ewlehiyê berhemên vê pêvajoya dîrokî ne.
Di konferansê de pêşketinên li Rojhilata Navîn, şerên li Xezeyê û Ukraynayê, rewşa dawî ya li Kurdistanê û krîzên siyasî û aborî yên kûr ên di asta gerdûnî de jî hatin nîqaşkirin. Enternasyonalîstan diyar kirin ku pevçûnên li herêmên cûda yên cîhanê yên 30 salên dawî de nikarin ji hev cuda bên nirxandin û krîzên pergala kapîtalîst dibin sedema şerên demdirêj û piralî.
Di nîqaşan de li ser nirxandina demdirêj a Tevgera Azadiya Kurdistanê “3’yemîn Şerê Cîhanê" jî hat rawestandin. Axaftvanan diyar kirin ku divê gel li dijî krîzên kûrewî alternatîfên xwe yên demokratîk û azadîxwaz pêş bixin.
Di konferansê de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an. Hat gotin ku divê gel neçarî vebijêrka navbera dewlet û blokênhêzên de neyên kirin û perspektîfeke civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan zemînek hevpar ji bo têkoşînê pêşkêş dike.
Axaftvanan anî ziman ku têkoşînên rizgariyê ne tenê desthilatdariyê destser bikin, di heman demê de pêşî li têkiliyên serdestiyê yên ku ew li dijî wan têdikoşin bigirin û bal kiîandin ser girîngiya xurtkirina xwerêxistinkirina civakî ya li dijî avahiyên navendî û otorîter.
Derdorên enternasyonalîst di dawiya konferansê de banga beşdarbûna meşa li dijî G7’an a ku wê di 14’ê Hezîranê de li Cenevreyê were lidarxistin, kirin. Di bangê de di serî de Kurdistanî, hêzên demokratîk û derdorên enternasyonalîst vexwendin meşa ku wê saet di 14:00’an de li La Perle du Lacê bê lidarxistin.