Kedkarê şoreşê Xalê Cemîl wê li Arnhemê were bibîranîn

Muslum Kurtgozu (Xalê Cemîl) ku ji rojên destpêkê yên Tevgera Azadiya Kurd ve nêzîkî nîv sedsalê pêşengiya gel kir, piştî jiyana xwe ji dest da wê sibê li Arnhemê bi merasîmeke were bibîranîn.

Muslum Kurtgozu (Xalê Cemîl) ku ji rojên destpêkê yên Tevgera Azadiya Kurd ve nêzîkî nîv sedsalê di nava xebatên civakî de pêşengiya gel kir û ked da li bajarê Arnhem ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da.

Xalê Cemîl ji destpêka ku tevger li Rihayê dest bi rêxistinê kir ve di nava xebatan de roleke çalak lîst û paşê li Ewropaya ku koç kir heta dawiya jiyana xwe xebatên civakî meşandin. Piştî merasîma girseyî ya li Arnhemê ber bi bajarê ku lê jidayikbûye Pirsûsa Rihayê ve hate oxirkirin.

Xalê Cemîl di tevahiya têkoşîna xwe ya nêzîkî 50 salan de hewl da li ser bingeha edaletê pirsgirêkan çareser bike û ji ber nasnameya xwe ya welatparêz û rola pêşeng a ku di rêxistinkirina gel de lîst di nava gel de pir dihat hezkirin.

Xalê Cemîl di heman demê bavê şehîdekî bû. Kurê wî Xemgîn Sûrûç di sala 1991’an de tevlî refên gerîla bû û di sala 1997’an de şehîd bû. Xalê Cemîl piştî şehadeta kurê xwe bi awayekî çalaktir beşdarî xebatên civakî bû û heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe domand.

Malbata wî, dost û hezkiriyên wî ji bo Xalê Cemîl ê ku jiyan wî ya bi rûmet a ji koçberiya Ewropayê heta bajarê wî Pirsûsê dirêj dibe li Arnhemê sewrsaxî danî û merasîma bîranînê li dar xist. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Arnhemê hemû Kurdistaniyên welatparêz û dostên wan vexwend bernameya bîranînê.

Dîrok û navnîşana bîranînê wiha ne:

Dîrok: 12’ê Hezîranê-Înê

Saet: 15.00-21.00

Navnîşan: Maksim Zalencentrum, Dorpstraat 71A, Westervoort