Li Parlamanta Ewropayê ya li Brukselê konferansek bi sernavê “Em bi hev re Îranek demokratîk ava dikin” hat lidarxistin. Di konferansa ku bi beşdarbûna gelek rêxistin û gelên cuda pêk hat de, Endamê Seroktiyê ya PJAK’ê Siyamend Moini axivî.
Moini diyar kir ku Îran di demekek pir krîtîk de derbas dibe û got “Em projeya ‘xwerêveberiya demokratîk’ pêşniyar dikin da ku gelên ku li herêmên cuda yên Îranê dijîn bikarin nexşeya siyasî ya siberoja welêt ji nû ve ava bikin.”
Axaftina Moini bi vî rengî ne, "Ez kêfxweş im ku di vê demê de ku ji bo Îranê gelek girîng e, xîtabê we dikim. Ev dem dikare bandorek mezin li ser siberoja hemû Rojhilata Navîn bike. Wek Kurdekî, ez dixwazim hin xalên girîng yên derbarê aştî û yekîtiya siyasî de bînim ziman.
Ez bawer dikim ku ev rewşa hesas dikare rê li ber yekîtiya siyasî veke. Lê di heman demê de dikare encamên neyînî jî bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê ev civîn ji bo danûstandinê, hemfikirînê û guhartina ramanan derfeteke girîng e. Lê heke ev danûstandin serkeftî nebe û gelên cuda yên ku li Îranê dijîn nikaribin bingehek hevpar a axaftinê ava bikin, dibe ku dîrok dîsa dubare bibe. Di vê rewşê de, jiyana nifşên siberojê yên herêmê dikare wek berê, zirarên mezin bibîne.
Weke ku hûn dizanin, dewleta nûjen a Îranê zêdetir ji sed sal berê hate damezrandin. Ev dewlet bi zordarî li ser gelên wek Kurdan, Belûcan, Tirkmenan, Ereban û Ermeniyan hate avakirin. Li wan asîmîlasyona çandî, zimanî û siyasî hate ferzkirin. Her wiha, ev pergal gelên navborî ji beşdarbûna siyasî dûr girt. Di heman demê de, siyaseta aborî tenê ji bo berjewendiya ‘navendê’ hate amadekirin. Ev yek ne tenê rê li ber sûdwergirtina gel ji dewlemendiya Îranê girt, her wiha bû sedem ku çavkaniyên herêmên wan ji aliyê elîtên serdest ên navendê ve werin talankirin. Ev pêvajo heta îro jî didome.
Piştî serketina şoreşa gel a sala 1979'an, hemû kes hêvî dikir ku azadî, pirrengîya siyasî, pergala pir-partî û mafên wekhev di qanûnê de ji bo hemû gelên li Îranê werin pêkanîn. Lê hikûmeta nû ya Komara Îslamî ya Îranê zihniyeta navendperest a rejîma berê parast. Her wiha, zordestiya olî kir navenda axaftina dewletê û ol bi taybet mezheba Şîa, wek amûrek ji bo tepeserkirina muxalîfan û derxistina kesên laîk ji qada siyasî bi kar anî.
Civaka Kurd nîv sedsal e ku bi berxwedan û îradeyeke xurt li dijî Komara Îslamî ya Îranê têkoşînê didomîne. Di heman demê de, bi hemû gelên din ên ku li Îranê azadî dixwazin re hevkarî û hevalbendî kiriye. Wek ku hûn hemû dizanin, Kurdistan di pêşengiya vê têkoşînê de cih girtiye.
Di sala 2022'yan de piştî ku Jîna Emînî hate kuştin, şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li Kurdistanê dest pê kir û bû yek ji girîngtirîn serhildanên li dijî vê dewleta zordar, navendperest û olî. Ev rabûn careke din îspat kir ku Kurdistan ne tenê li Îranê, li tevahiya Rojhilata Navîn hêza bingehîn û motora guherîna siyasî ye.
Ya girîng jî ew bû ku di kêliya şikestina dîrokî de dirûşma vê serhildanê wateyên erênî û neyînî yên azadiyê bi hev ve girê da. Nîşan da ku daxwazên radîkal ên Kurdistanê ne tenê Kurdistanê dikare nexşeya siyasî ya Îranê ya paşerojê jinûve diyar bike. Armanc ji van daxwazan ew e ku cihêkariyê û zextê bi temamî ji holê rake û ji bo gelên li vê erdnîgariyê, mafê diyarkirina çarenûsa xwe misoger bike.
Tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' nîşan da ku baş zane bê ji bo paşeroja Kurdistanê çi dixwaze. Di heman demê de bi daxwazên eşkere raxist pêş çavan ku kîjan hêz dikarin vê paşerojê ava bikin. Daxwaza xwe ya demokratîkbûnê, kûrkirina demokrasiyê, rabûna li ber zextên li hemberî jin û gelan a navedîperestên Îranî, raxist pêş çavan.
Di rewşeke welê de ku zextên li ser gelan dewam dikin û darvekirin û girtin siyasî zêde bûne, em xwe di nava serdemeke krîtîk de dibînin. Her kes li rêyên derketina ji vê krîzê û derbasbûna li nava demokrasiyê digere. Div ê kêliya krîtîk de, PJAK weke partiyeke ciwan û pêşeng demokrasiya radîkal destnîşan dike. Ji bo gelên li herêmên cuda yên Îranê, ji bo jinûve avakirina nexşeya siyasî ya welêt em projeya 'xwerêveberiya demokratîk' pêşniyar dikin. Ev proje xwe dispêre modeleke konfederal; lê belê girêdayî mercên siyasî amade ye ku alternatîfên federalîm an jî komarê jî qebûl bike.
PJAK nûnerê yekane yê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê nebe jî beşeke girîng a civaka Kurd temsîl dike. Li nava Îranê û di nava gelên din ên li wê derê de baş tê naskirin. Fikrên xwe yên li ser demokratîkbûnê, li dijî dewleta navendî dikare ji bo bidestxistina mafên hatine windakirin bibe alîkar. Her wiha li ser bingeha pîvanên pirrengiya siyasî, hurmeta li cihêrengiyê û demokrasiyê PJAK dikare ji bo avakirina tifaqa navbera gelan roleke girîng bilîze.
Ev yek ji bo jinûve avakirina Îraneke laîk, demokratîk û azad ku mafên jinan, gelan, hindikahî û hawirdorê diparêze, gelekî girîng e.
PJAK mezinahî, girîngî û xeteriyên vekirî yên pêvajoya derbasbûna ji Komara Îslamê ber bi Îraneke demokratîk ve bi kûrahî fêhm dike. Ji ber vê yekê li hemberî valahiyeke siyasî ya gengaz me hewl da ku amadekariyê bikin; ji aliyekî ve xwest rageşiya siyasî kêm bike, li aliyê din jî hevsengiya hêzê ya li Îranê ber bi aliyê hêzên demokratîk ve biguherîne.
Mînak, li gel hêzên siyasî yên li rêveberiya olî ya Îranê, komên Îranî yên monarşîst, faşîst û navendîperest, xwedî nêrîneke kevn û dûrî demê ne. Ew tifaqa partiyên Kurd weke gefeke mezin dibînin. Ev mejiyê ji feraseta "netewe dewletê" ya berê ya Îranê, dibe ku bibin astengiya herî mezin li pêşiya avabûna Îraneke demokratîk ku hemû pêkhateyên wê li pêşberî qanûnê xwedî mafên wekhev bin.
Ji ber vê yekê weke nûnerekî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dixwazim destnîşan bikim ku gelê Kurdistanê, PJAK û partiyên din ên Kurd gihîştine wê asta siyasî ya têgihiştinê ku diyar dikin, paşeroja siyasî ya Îranê tenê bi hurmeta li mafên siyasî yên wekhev, redkirina mîrateya cihêkariyê ya sedsalî û pêjirandina demokrasiya radîkal dikare misoger bibe.
Ev demokrasî divê mafên civaka Kurd û hemû gelên li vê erdnîgariyê biparêze û wan li pêşberî qanûnê weke welatiyên wekhev qebûl bike.
Dawiya dawî, di vê dema hesas de ku ji bo gelên Îranê bi hev re li nava sînorên heyî yên Îranê bijîn pêwîstî bi asoyekî nû heye. Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga navbera hêzên demokratîk ên li Îranê, tevlîbûna hevpar a nûnerên gelan û piştgiriya civaka navneteweyî wê bandoreke mezin li pêkhatina paşerojeke demokratîk û ronî bike.
Herî dawî bang li civaka navneteweyî dikim ku meseleya Kurd û pirsgirêkên gelên din ên li Îranê bi hesasiyeteke mezin fêhm bikin. Ev mijar meseleyeke cidî ye ku yekser dikare bandorê li welatên cîran bike. Eger di pêvajoya pêkanîna demokrasiya li Îranê de giranî û hêza siyasî ya Kurdan bi rengekî rast û baldar neyê fêhmkirin û piştgirî ji tevgera azadiyê ya Kurdistanê re neyê dayin, ev rewş dibe ku rê li ber bilindbûna dîktatoriyeke nû veke, weke ku di sala 1979'an de bû, lê belê vê carê bi rûyekî nû."