BI DÎMEN

Çalakvanên Strasbourgê: Em tevahiya Kurd li gel Rêbertiyê xwe ne

Çalakvanên ku li Strasbourgê Nobeta Azadiyê ya ket hefteya 729’an dewr girtin, destnîşankirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê heta dawî bidomînin.

Nobeta Azadiyê ku ji Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike,  gihîşt heteya 729’an. Nobeta vê hefteyê Hedle Ogur, Zekî Nam û Hatîce Tugrul ên ku ji Îngilîstanê hatin, dewr girtin. Çalakvanan diyarkirin ku ew ê nobeta xwe ya li pêşiya CPT’ê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin.

‘HÊRSA KURDAN HER ROJ MEZINTIR DIBE’

Li ser navê çalakvanên ku nobetê dewr girtin, Hedle Ogur bertek nîşanî tecrîda bi salan û nepêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan. Ogur diyar kir ku bendewariyên gelê Kurd nayê pêşwazîkirin û anî ziman ku ew ê têkoşînê bi biryardarî bidomînin.  

Hedle Ogur anî ziman ku berdewamkirina çalakiyê ji sala 2012’an ve xwedî daxwazekî mafdar e û bilêv ir ku gelê Kurd azadiya Rêber Apo wekî azadiya xwe dibînin. Ogur got, “Em tevahiya gelê Kurd li gel Rêbertiyê xwe ne. Divê Mafê Hêviyê ji bo her kesî derbasdar be. Heta ku encamê bigrin, em ê çalakiya xwe ya li pêşiya CPT’ê bidomînin.”

‘EV NOBET SED SAL JÎ BIDOME, EM Ê DEWAM BIKIN’

Çalakvanê bi navê Zekî Nam jî diyar kir ku ev nobet ji bûyîna çalakiyeke sembolîk wêdetir, nîşaneya biryardariyê ye. Nam diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin û wiha got, “Sed sal derbas bibe jî em ê vê nobetê bidomînin. Em bi navê gelê Kurd ê bi rûmet li vir in û daxwaza xwe ya azadiyê tînin ser ziman.”

‘HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ PÊK WERE, WÊ NOBET DEWAM BIKE’

Hatîce Tugrul jî îşaret bi daxwazên nasname, azadî û wekheviyê yên gelê Kurd kir. Tugrul destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo rasterast girêdayî azadiya gelê Kurd e û anî ziman ku ew ê dev ji nobetê bernedin.

14 SAL IN BÊYÎ NAVBER DEWAM DIKE

Nobeta Azadiyê ku li Strasbourgê li herêma ku saziyên Konseya Ewropayê lê ne pêk tê, ji Hezîrana 2012’an ve ji aliyê Kurd û dostên wan ên ji welatên cuda ên Ewropayê tên, bi awayekî dorveger dewam dike. Çalakvanan armanc dikin daxwazên xwe yên bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, li saziyên navneteweyî bidin bihîstin. Nobet di hefteya xwe ya 729’an de bi heman daxwazan dewam dike.