Konferansa Îranê ya li PE'yê. Daxwaza Îraneke demokratîk û nenavendî

Di konferansa li ser paşeroja Îranê de panela destpêkê pêk hat. Qisekeran bal kişandin ser zextê û ji bo paşerojeke demokratîk daxwaza Îraneke demokratîk û nenavendî kirin, ku mafên gelan lê tê naskirin.

Li Parlamenta Ewropayê, panela destpêkê ya konferansa li ser paşeroja Îranê bi dirûşma "Di avakirina Îraneke demokratîk de rola civak û neteweyan" pêk hat. Di vê panelê de endamê Konseya Serokatiyê ya PJAK'ê Siamend Moini, Sekretera Giştî ya Partiya Piştevaniya Demokratîk a Ahwazê Mona Silawi, ji Komîteya Navendî ya Partiya Gel a Belûcistanê Fariba Borhanzehi û berpirsyarê siyasî ya Tirkmen Sahrayê, Jouma Bouresh beşdar bûn.

'DIVÊ MAFÊN BELÛCIYAN Û HEMÛ GELAN BÊNE NASKIRIN'

Li dû axaftina Siyamend Moini ku daxwaza "xwerêveberiya demokratîk" kir, Fariba Borhanzehi axivî, qala têkoşîna azadiyê ya gelê Belûcistanê kir û diyar kir ku Belûcî di tevahiya dîroka Îranê de hene.

Fariba Borhanzehi bal kişand ser zext û cihêkariya li wan hatiye kirin û got, "Gelê Belûc ji hemû pêşketinan bêpar hate hiştin."

Fariba Borhanzehi got, "Ji bo jiyaneke aştiyane û bi ewle, li Îran a palerjoê divê mafên gelan hemûyan bêne naskirin."

'RÊVEBERÎ DIVÊ NENAVENDÎ BE'

Ji Tirkmena Sahra parêzer Jouma Bouresh anî ziman ku demokrasî divê ji bo hemû gelan û her kesî be û got, "Pêwîste rêveberiya navendî neyê ferzkirin, nenavendîbûn divê." Bouresh destnîşan kir ku divê dawî li rejîma yek al, yek ziman û yek neteweyê bê anîn û got, "Ji bo welatekî demokratîk divê mafên hemû gelan bêne naskirin. Îran berê konfederasyonek bû."

Sekretera Giştî ya Partiya Piştevaniya Demokratîk a Ahwaz Mona Silawi qala zêdebûna zextên rejîma Îranê kir û diyar kir ku divê welatekî welê be ku mafên gelan û demokrasiyê lê bê naskirin.

Panela duyemîn jî di bin sernavê "Di paşeroja Îranê de tevlîbûna siyasî, civakî û neteweyî" hate lidarxistin. Sekreterê Partiya Yekîtiya Bahtiyari Faramaz Bakhtiar, Midûrê Têkiliyên bi Gel re ya Tevgera Têkoşîna Ereb a Ahwaz Odeh Afravi û ji Enstîtiya Lêkolînên Pêşverû ya Zanîngeha Turku ya Fînlandiyayê lêkolîner Raha Sabet Sarvestani di vê panelê de pêşkêşî kirin.

'PÊWÎSTIYA ME BI DEMOKRASIYÊ HEYE'

Faramaz Bakhtiyar got, "Sed sal in pirsgirêka me ya demokrasiyê heye. Demokrasî ji bo gelên Îranê bûye armanceke bingehîn. Li tevahiya Rojhilata Navîn têkoşîna demokrasiyê heye." Bakhtiyar diyar kir ku Loristan ji hemû derfetan bêpar hatiye hiştin, zextên girant ê kirin û got, "Pêwîstiya me bi demokrasiyê heye."

'DIVÊ GEL BI FERMÎ BÊNE NASKIRIN'

Odeh Afravi jî ragihand ku sed sal in dengê gelê Ahwaz nayê bihîstin û daxwaza Îraneke demokratîk kir. Afravi destnîşan kir ku divê gelên cuda yên li Îranê bi rengekî fermî bêne naskirin û got, "Li Îraneke demokratîk divê cihê hemû pêkhateyan hebe" û got, "Weke gelê Ahwaz nasnameya me heye û divê ev yek bi fermî bê naskirin. Ji bo demokrasiyê ve şert e."

'CIVAKA DEMOKRATÎK TENÊ BI SERERASTKIRINÊN SIYASÎ AVA NABE'

Raha Sabet Sarvestani jî diyar kir ku civakên demokratîk tenê bi sererastkirinên siyasî ava nabe û got, "Civakên demokratîk ji aliyê wan welatiyan ve ava dibe ku xwedî kapasîteya tevlîbûna li jiyana cemaweriyê ne, xwedî agahî, bawerî û firsendan e."

Raha Sabet Sarvestani destnîşan kir ku tenê bi tevlîbûna gelan a weke damezrîner, demokrasî dikare ava bibe.