Li Parlamenta Ewropayê paşeroja Îranê tê nîqaşkirin
Li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê bi sernavê "Em Îran a demokratîk bi hev re ava dikin" destpê kir.
Li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê bi sernavê "Em Îran a demokratîk bi hev re ava dikin" destpê kir.
Konferansa ku ji aliyê Platforma Demokratîk a Îranê ve tê organîzekirin, bi axaftina endamên Koma Çep, Kesk, Demokrat û Sosyalîst a li Parlamenta Ewropayê destpê kir.
Gelek rêxistin û civakên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî konferansê bûne. Ji bo armanca konferansê jî ev xal têne destnîşankirin:
- Ji bo diyaloga navbera hêzên civakî û siyasî yên Îranê afirandina qadeke demokratîk,
- Di paşeroja demokratîk a Îranê de lêkolînkirina rola civak û neteweyan,
- Xurtkirina hevkarî û tora navbera hêzên pirreng û demokratîk,
- Nîqaşkirina pêkhateyên bingehîn ên avakirina Îraneke demokratîk,
- Derbasbûna demokratîk, sûdwergirtina ji tecrûbeyên navneteweyî yên li qadên rêveberiya cihêreng û edaletê ya dema derbasbûnê,
- Ji bo paşeroja Îranê lêkolînkirina îhtimalên alternatîfên demokratîk,
- Ji bo paşeroja Îranê destnîşankirina nêzîkatiyên aştiyane, sivîl û dûrî ji tundiyê.
Ji Koma Sosyalîst û Demokratan Evîn Încîr di destpêka konferansê de axivî û got, "Weke Yekîtiya Ewropa divê em piştgirgiyê bidin gelên Îranê. Tenê bi axaftinê nabe. Çalakî divê. Divê gav bê avêtin." Evîn Încîr piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna azadî û demokratîk a gelên Îranê anî ziman.
Ji Koma Keskan Leoluca Orlando jî anî ziman ku piştgiriya ji bo demokrasiya li Îranê gelekî girîng e û got, "Cîhan di demeke gelekî hesas re derbas dibe. Pêwîstiya gelê Îranê bi piştgiriyê heye."
Ji Koma Tifaqa Çep û Kesk Ilaria Salis bal kişand ser girîngiya paşerojeke demokratîk a li Îranê û destnîşan kir ku berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî" xwedî wateyeke gelekî kûr e. Ilaria Salis diyar kir ku ev têkoşîn ji bo "Îraneke demokratîk û azad e."
Ji Koma Sosyalîst û Demokratan Thijs Reuten anî ziman ku şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Îsraîlê yê li ser Îranê hem krîzê hem jî zexta li nava welêt giran kiriye. Reuten êrişên Îranê yên li hemberî Kurdan bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ew li ser şêweyê afirandina demokrasiya li Îranê bifikirin û ji bo vê kar bikin.
Piştre panela destpêkê bi sernavê "Di avakirina Îraneke demokratîk de rola netewe û civakan" destpê kir. Di vê panelê de endamê Konseya Serokatiyê ya PJAK'ê Siamend Moini, Sekretera Giştî ya Partiya Piştevaniya Demokratîk a Ahwazê Mona Silawi, ji Komîteya Navendî ya Partiya Gel a Belûcistanê Fariba Borhanzehi û berpirsyarê siyasî ya Tirkmen Sahrayê, Jouma Bouresh beşdar bûn.
Konferans wê bi rengê çar panelan tevahiya rojê dewam bike.