Xizmên windayan li çar bajaran çalakî lidar xistin

Xizmên Windayan û ÎHD’ê, li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn.

AMED: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 905’emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe lidar xistin û tevî xizmên windayan, endam û rêveberên Şaxa ÎHDa Amedê, Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendûrîstiyê (SES) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û wêneyê kedkarên tendûristiyê Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên kedkarên tendûristiyê Mehmet Emîn Ayhan ê ku di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê Hîzbûlahê ve hate qetilkirin û Hamît Pamûk ê ku di 21ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin werin dîtin û darizandin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.

ÎZMÎR: Şaxa ÎHD’ê yê ya Îzmîrê di 45’emîn salvegera darvekirina Veysel Guney de bal kişand ser windakirina cenazeyê wî û diyar kir ku ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bi ti awayî nakeve bin demboriyê. Di 45’emîn salvegera darvekirin û windakirina cenazeyê Veysel Guney de, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Evrîm Kubîlay ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Veysel Guney di 24 saliya xwe de, piştî darbeya 12’yê Îlonê, bêyî ku tu delîl di destan de hebin û mafê parastinê jê re bê naskirin, di danişîna duyemîn de hatiye darvekirin. Her wiha hat gotin ku piştî darvekirinê di 10’ê Hezîrana 1981’ê de, cenazeyê wî radestî Yûzbaşî Burhan Erdem hatiye kirin û ji wê demê ve winda ye.

COLEMÊRG: Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ ku di hefteya 231’an de ye, li Kolana Hunerê lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin, pankarta ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ hat vekirin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Siddik Baysal ku di 7’ê Hezîrana 1994’an de ji bo kirîna sewalan çûye herêma Oremarê û careke din agahî jê nehatiye girtin, hate pirsîn.

ÊLIH: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlih di hefteya 741’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakiya xwe lidar xistin. Xizmên Windayan û ÎHD’ê vê hefteyê li aqûbeta Dr. Mehmet Emîn Ayhan ê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dixebitî di 10’ê Hezîrana 1992’yan de li mala xwe ya li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate kuştin pirsîn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.