‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ destpê kir
Li Stenbolê Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” a ku dê du rojan berdewam bike, destpê kir. Gultan Kişanak û Riza Turmen axaftina vekirinê ya konferansê kirin.
Li Stenbolê Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” a ku dê du rojan berdewam bike, destpê kir. Gultan Kişanak û Riza Turmen axaftina vekirinê ya konferansê kirin.
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Di Sedsala 2’yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk” destpê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar li ser gelek mijaran gotûbêje bikin. Gelek kes di konferansê de amade bûn. Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê bi gelek zimanan pankartên li ser mijara konferansê dinivisînin hatin daliqandin.
Siyasetmedar Gulten Kişanak û Riza Turkmen axaftina destpêkê ya konferansê kirin.
Pêşî hiqûqnasê navdar Riza Turmen axivî.
Turmen anî ziman ku konferans di serdemekê ku herî zêde komar ji demokrasiyê dûr ketiyê tê lidarxistin û wiha got: “Ev yek ji me re berpirsyariyekê jî derdixe. Em bi vê konferansê dikarin tevgereke demokratik jî ava bibin. Heke em wisa nekin dê desthilatiya yekperest Tirkiyeyê bêtir ber bi taritiyê ve bibe. Destwerdana li serokê giştî yê partiyekê dikin û şûna wî yekî din tayîn dikin. Bi vê yekê dixwazin rejîma yek partiyê ava bikin. Li dijî vê em dikarin tevgereke nû ya demokrasiyê ava bikin. Girîngiya vê konferansê jî ew e. Pirsgirêka Kurd tenê dikare di çerçoveya demokratîk de were çareserkirin. Heke demokrasî tune be çareserî nabe. Divê Kurd bibin motora demokrasiyê. Vê yekê herî zêde Kurd dikarin pêk bînin. Demokrasî ji bo Kurdan mijara hebûn û tunebûnê ye. Heke em bixwazin nasname û zimanê Kurdî were naskirin ev tenê bi demokrasiyê dikarê pêk were. Heke em komareke demokratîk ava bikin divê Kurd bibin avakarê vê komarê. Dibêjin çareserî lê çareserî ne axaftin e. Tenê dibêjin bila çek bên danîn. Lê sedemên ku çek derketine holê nayê gotûbêjkirin. Divê sedemên çek derxistine holê di serî de were rakirin. Divê ev konferans nebe dawî lê bibe destpêkeke hêviyê ji bo siberojê.”
Piştre jî siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî û destnîşan kir ku cihê vê konferansê cihekî bi wate ye li Navenda Çandê ya Cem Karaca ye ew bi xwe ku ji hemwelatiyê hatibû derxistin û rastî cihêkariyê hatibû tê lidarxistin û wiha axivî: “Komara demokratîk a ku wekheviya gelan mîsoger dike, cihêkariyê ji holê radike û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke demokratik tenê dixwazin. Em îro tenê li vir gotûbêjan nakin; di heman demê de em werin cem hev û heqîqeta hevdu bizanibin. Di vê konferansê de em ê li ser derfetên demokratîkkirina komarê ku xema me ya sed salan e biaxivin. Em ê li ser krîzên heyî û çareseriyan biaxivin. Bingeha komara demokratîk civak e. Heke civak bêdeng be û nekaribe vîna xwe nîşan bide demokrasî dimire. Ji bo em demokrasiyê zindî bikin, divê hemû beşên civakê berpirsyarî bigirin ser milê xwe. Ji bo demokratîkbûyîna komarê hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Mijara Kurd êdî ji mijara hev cudabûnê derketiye û bûyê mijara naskirin û qebûlkirinê. Realîteya Kurd li ber deriyê hiqûqê ye. Pirsa herî girîng jî realîteya Kurd dê di hiqûqê de çawa bê naskirin. Çareserî pêkan e. Ne li ser esasê yekperestiyê li ser esasê hevdu qebûlkirinê em dikarin komareke demokratîk ava bikin. Lê pirsgirêka demokrasiyê ku herî dawî bi destwerdana muxalefetê ve careke din pêk hat, ev yek li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî astengiyan derdixe. Çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya ramanê û çapemeniyê bingeha komara demokratîk e. Ev konferans ji bo veguherîna demokratîk gavek e. Veguherîna demokratîk pêvajoyek demdirêj e. Hemû kesên tevlî bûne ji niha şûn ve yek ji berpirsên veguherîna demokratîk in.”