Bîlmez: Divê Mafê Hêviyê di rêziknameyên qanûnî de cih bigire
Parêzerê Îbrahîm Bilmez, got ku biryara “Mafê Hêviyê” ya ku ji aliyê DMME’yê ve li ser Rêber Apo hatiye dayîn, tevî derbasbûna 12 salan jî hêj nehatiye bicih anîn.
Parêzerê Îbrahîm Bilmez, got ku biryara “Mafê Hêviyê” ya ku ji aliyê DMME’yê ve li ser Rêber Apo hatiye dayîn, tevî derbasbûna 12 salan jî hêj nehatiye bicih anîn.
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, diyar kir ku di civîna dawî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de koma dosyeya ku Rêber Apo tê de cih digire nehate rojevê û got ku ji bo ku ev mijar di civîna Îlonê de were nîqaşkirin dê hewldan bidin.
Bîlmez, anî ziman ku Tirkiye ev 12 sal in di vê mijarê de gavek neavêtiye û wiha got, “Tirkiye 12 sal in pêwîstiyên biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk neaniye.”
Bîlmez, her wiha da zanîn ku Komîteya Wezîran bi dayîna demê ji Tirkiyeyê re zemîneke ji bo siyaseta derengxistinê çêkiriye û got, “Plana çalakiyê yên ku Tirkiyeyê pêşkêş kiriye, ji bo çareserkirinê nebûn, tenê ji bo derengxistinê bûn.”
Bîlmez, rexne li komîsyona ku li Meclîsê hate avakirin jî kir û got ku ne pirsgirêka Kurd û ne jî Mafê Hêviyê bi awayekî vekirî nexistine rojevê û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêşî navê pirsgirêkê rast were dayîn.”
Bîlmez, diyar kir ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de aktorek girîng e û got ku Rêber Apo ji bo gelan şansek e.
Îbrahîm Bîlmez, bal kişand ser pêdiviya avêtina gavên ku baweriyê zêde bikin û rexne li berdewamkirina girtina nexweş û girtiyên ku cezayên xwe qedandine kir.
Bîlmez, got ku Mafê Hêviyê divê bi vê pêvajoyê re neyê girêdan û wiha got, “Tirkiye berê jî mecbûr bû ku di vê mijarê de gav biavêje.”
Bîlmez, her wiha da xuyakirin ku tecrîda li Îmraliyê hêj berdewam e û got, “Serlêdanên me ya li DMME’yê ya li dijî tecrîdê 15 sal in bê bersiv maye.”
Bîlmez, got ku başkirina şert û mercên Rêber Apo dikare pêvajoyê pêş bixe û wiha got, “Berî ku Meclîs bikeve betlaneyê, divê Mafê Hêviyê jî di rêziknameyên qanûnî de cih bigire.”
Bîlmez, di dawiyê de anî ziman ku avêtina vî gavî dê pêvajoya muzakereyan bileztir bike û şertên hevsengtir di navbera aliyan de biafirîne.