Sonmez: Em di aştiyê de israr dikin

Serokê PEN’a Navneteweyî Burhan Sonmez peyam ji konfransa li Stenbolê re şand û di peyama xwe de destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê bi hev re têkildar e.

Di ‘Konferansa di Sedsaliya 2’yemîn de Veguherîna Komara Demokratîk” a li Eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê tê lidarxistin, Serokê PEN’a Navneteweyî Burhan Sonmez bi peyama bidîmen beşdarî konferansê bû.

Sonmez diyar kir ku ji ber sedema bernameya xwe ya li Ingilistanê beşdarî konferansê nebûye û ev tişt got: “Helbestkarê me Cîgerxwîn, bi awayekî yekhejmar berê dipirse ‘Kî me ez?’ piştre bi aweyekî pirhejmar dibiprse ‘Kî ne me?”. Îro cihê ku em gihîştinê Kurd êdî dikarin bersiva vê pirsê bi yekdengî bidin û em dikarin bibêjin ‘Em em in”. Gihîştina vê nasnameyê û hişmendiya neteweyî ne hêsan bû. Ev 100 sal in îdeolojiyên ku ji me re digotin ‘hûn ne hûn in. Hûn Tirkên Çiyayî, Erebên Çiyayê, Persên Çiyayî ne’, encama şewata gundan, êşan gihîştên vê konaxê.  Kurd ku sed sal in hatibûn tunekirin û ne bi nasnameya Kurd lê bi nasnameyên cuda dihatin pênasekirin piştî têkoşînên sed salî îro di ferqa nasanemeya xwe de ne. Bi pêvajoya aştiyê re jî deriyê serdemekê nû vedikin. Ji bo çareseriyê jî hewcehî bi qebûlkirina maf û nasnameya Kurdî û demokratîkbûyînê heye. Em di aştiyê de israr dikin. Ji bo têkoşîna aştiyê ji we hemûyan re serkêftinê dixwazim.”

Sonmez bal kişand ser peyva ‘Dan û Stendin’ a ku Kurd rojane bi kar tînin û got ku ev peyv bingeha xwe ji diyalog û muzakereyê digire û Kurd li ser vî esasî dixwazin hemû tiştên ji xwe dane paşve bigirin.