'Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’

Konferansa li Stenbolê bi mijara ‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’ berdewam kir.

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de, bi civîna 2’yan didome. Civîna 2’yan a konferansê bi mijara ‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’ ve dest pê kir. Moderatoriya konferansê Fatma Bostan Unsal kir.
 
Di serî de nivîskar Bekîr Agirdir axivî û li ser mijara ‘Gelo em hev nebihîzin em dikarin bi hev re bijîn?’ rawestiya. Bekîr Agirdir anî ziman ku mirovahî di nava krîzeke pir alî de ye û wiha got: “Pergal li tevahî cîhanê bi hemû aliyan ve di nava krîzekê de ye. Ji aliyekî din vê pirsgirêkeke kûr a Kurd heye. Her wiha li Tirkiyeyê pirsgirêke mezin a birçîbûnê heye. Lê ew piranî caran di bin siya siyasetê de dimînê. Divê li ser nasnameyan siyaseteke ku li gor çînan were bi rê ve birin. Lê em êşajn dixin pêşbaziyê, bi pêşbaziya êşan ve em nikarin dahatûyekê ava bikin. Divê em li ser dahatûyekê hevpar biaxivin. ”
 
Piştre nivîskar Ferhat Kentsel li ser mijara ‘Di heman siberojê de cîhanên cuda: Bîra dubendiyê û lihevkirinê’ axivî û ev tişt anîn ziman: “Nijadperestî her tim li vî welatî qirkirin û pirsgirêk derxistinê holê. Derûniya civakê jî li gor vê dewleta bi tramva ava bûyê û divê em xwe baş kirinê jî li ser van tramvayan dest pê bikin. Têkiliya dewletê û kesayetan li ser tirseye û di encama van tramvayan de nijadperestî derkdikeve holê. Ji bo wê jî wekhevî û azadî, aştî û demokrasî ji hev ne qûtkirîne. Şaristaniya netewe dewlet ew pirsgirêk derxistine û divê em xwe ji zimanê netew dewletê rizgar bikin.”
 
Akademîsyena Aştiyê Noém Lévy-Aksu jî li ser mijara ‘Rûbirûmayina siberojê: Gotibejên dîrokî û hişê civakê yên din’ bi lêv kir ku li Tirkiyeyê hê jî nijadperestî û hişmendiya mêrsalarî serwer e û wiha got: “Divê li dijî zimanê nijadperestî û mêrsalariyê pêş dixînê zimanek ku hemû civakê hembêz dike were hilbijartin. Destûra bingehîn divê li ser esasê nasîna mafê netewe û baweriyan be.”
 
Herî dawî jî nivîskar Serhun Al li ser mijara ‘Bi bişaftinê entegrasyonê re: Li Tirkiyeyê hemwelatiya hevgirtî û lêgerîna nasnameya netewî’ axivî û ev tişt anî ziman: “Li tevahî cîhanê pergala otorîter û nijadperestiyê li pêş e. Her wiha ji aliyê din vê şer û pêvçûn jî li pêş in. Di serdemeke wisa de destpêkirina pêvajoyeke li Tirkiyeyê û bidawîkirina şerê çekdarî yê PKK’ê pir girîng e. Heke Tirkiye bikaribe vê pêvajoyê bi ser bixîne dê li cîhanê bibe mînak. Entegrasyona ku em qal dikin jî ew ê ku Kurdbûn ji aliyê qanûnî vê were qebûlkirin. Bişaftin di serî de li ziman dest pê dike. Ji bilî Tirkî hemû zimanên li Tirkiyeyê ji saziyên fermî hatin derxistin. Panzehîra bişaftinê jî entegrasyon e. Entegrasyon jî tê wateya qebûlkirina nasname û baweriyên cuda û bi qanûnan mîsogerkirina mafan.”