Li ser vexwendina fermî ya komîteya amadekar, Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim û Rêvebirê Têkiliyên Giştî Eşref Mehmûd, di çarçoveya gera xwe ya Ewropayê de, beşdarî konferansa akademîk a navneteweyî ya bi navê "Kurd li Diyasporayayê: Bandora Navneteweyî û Nêrînên ji bo siberojê" bûn ku li Bonn, Almanya hate lidarxistin.
Şandeya Zanîngeha Kobanê ku ji Hevserok Şervan Mislim û Rêvebirê Têkiliyên Giştî Eşref Mehmûd pêk tê beşdarî konferansê bûn.
Şervan Muslim di konferansê de axivî û bal kişand ser rola girîng a saziyên akademîk di pêşxistina danûstandinên zanistî û çandî de û girîngiya bikaranîna pisporî û derfertên dîyasporayê ji bo piştgiriya xwendina bilind û pêşvebirina pêşkeftina domdar a civakê.
Biryar e ku konferans heta êvarê berdewam bike.