Girtiyên nexweş Yavuz û Koçak bila bên berdan

Li Enqere û Stenbolê banga berdana girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Okay Koçak hate kirin.

ENQERE: Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 614’emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Sabrî Yavuz li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin’ hate daliqandin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Asli Saraç ve hate xwendin.

STENBOL: Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê di hefteya 742’yan a çalakiya “Rûniştina F” de, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglu ya Stenbolê kom bû. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Okay Koçak ê ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin.