Li Medya Mala Gel a li bajarê Nurnber ê Elmanyayê, bi tevlîbûna rêxistina ciwanan ên enternasyonalîst û tevgerên ciwanan ên dijkapîtalîst çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de Şehîd Azad Şergeş (Thomas Johann Spies), Aysa Kanîreş (Kadriye Tetîk) û Koçer Medya (Diyako Saîdî) hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Gelek nûnerên rêxistinên ciwanan ên dijkapîtalîst û sosyalîst tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê Tevgera Ciwanên Demokratîk (YUNA) û tevgerên ciwanên dijkapîtalîst axaftinên bi Elmanî hatin kirin. Piştre li ser navê Medya Mala Gel axaftineke bi Kurdî hate kirin.
Di axaftinan de îşaret bi têkoşîna gerîlayên şehîd, girîngiya piştevaniya enternasyonalîst û tevkariyên wan ji bo têkoşîna azadiyê, hate kirin.
MALBATA ŞEHÎD AZAD ŞERGEŞ JÎ TEVLÎ BÛ
Malbata Şehîd Azad Şergeş (Thomas Johann Spies) jî tevlî çalakiyê bûn. Birayê Thomas Spies, Andreas Spies, di axaftina xwe de bîranînên têkoşîn û kesayetê yên birayê xwe parve kir.
Dayika wî Christa Spies jî di çalakiyê de helbestek xwend û hestên xwe anî ser ziman.
Piştî axaftinan, koraya ku ji endamên ciwanên enternasyonalîst û sosyalîst pêk tê, berhema xwe ya ji bo bîranîna Thomas Spies bi beşdran re gotin.
Çalakiya bîranînê axaftinên li ser şehîdan û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.