Li bajarê Gotsiz ê eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, li Komeleya Çandî ya Sara civîna gel hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal beşdarî civînê bû.
Di civînê de pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve tê rêvebirin, pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û rola ku gelê Kurd dê di serdema nû de bilîze hatin nîqaşkirin.
‘RÊYA SÊYEMÎN XWEDÎ GIRÎNGIYEKE DÎROKÎ YE’
Remzî Kartal di axaftina xwe de diyar kir ku Rojhilata Navîn di serdemeke ku ji nû ve tê teşedayîn de derbas dibe û ji her demê bêtir hewceyiya gelê Kurd bi yekîtî û aştiyê heye.
Kartal anî ziman ku ji bo Kurdan siyaseta sêyemîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye û diyar kir ku yek ji armancên sereke yên hêzên hegemonîk ew e ku Rojava ji Tevgera Azadiya Kurd û siyaseta Kurd qut bikin.
Kartal got, "Berxwedana gelê Rojava û Kurdên li çar aliyê cîhanê van planan têk birin. Hêzên hegemonîk dibînin ku Kurd hîn jî li ser piyan in."
'KURD NE KURDÊN BERÊ NE'
Kartal an ziman ku gelê Kurd niha gihîştiye hêzek siyasî ku dikare mudaxeleyî pêşketinan bike û anî ziman ku Kurd ji berê bêtir di rewşa rêxistinkirî û polîtîk de ne.
Kartal li ser avaniya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê jî rawestiya û diyar kir ku bi salan e modelek hikûmeta hevpar nehatiye avakirin û hewl dan heman modelê li Rojava jî biceribînin lê bi saya berxwedana gel ev yek hat astengkirin.
'PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK WÊ BI SER BIKEVE’
Kartal anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin dê berdewam bike û bi ser bikeve. Kartal destnîşan kir ku dewlet jî ji encamên têkçûna pêvajoyê haydar e.
Kartal diyar kir ku ji bo ku pêvajo mayînde bibe hewceyî bi sererastkirinên destûrî û qanûnî hene û got ku ji bo têkoşîna çekdarî derbasî siyasetê bibe û pêwîstî bi bingeha hiqûqî ku pêşiya wê veke heye.
Kartal bi bîr xist ku berî meclis bikeve betlaneyê dibe ku derbarê pêvajoyê de hin sererastkirinên qanûnî bikevin rojevê û destnîşan kir ku dewletê hîn pêşnûmeyek şênber pêşkêş nekiriye.
'ARMANCA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ KURD BÛN’
Remzî Kartal qala polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî tevgera Kurd kir û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi salan e polîtîkayên ku Kurdan hedef digirin dimeşînin.
Kartal wiha berdewam kir: "Armanca pênasekirina PKK’ê wekî rêxistinek terorîst ne tenê PKK bû. Armanca rastîn ew bû ku Kurdan krîmînalîze bikin û wan li hember polîtîkayên dewleta Tirk tenê bihêlin."
Civîn piştî nirxandinên li ser pêvajoya ji nû ya avakirinê û pêşketinên heyî bi dawî bû.