Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî pêşwazî kir. Di hevdîtinê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêrîn hatin parvekirin.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Meclîsê Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî (UEL) qebûl kir.

Hevserokê UEL'ê û Parlamenterê AKEL a Qibrisê George Loucaides, Hevseroka UEL'ê û Endama Senatoya Spanyayê ya ERC'ê Laura Castel, Alîkarê Serokê Koma UEL'ê û Endamê Senatoya Fransayê yê ji Koma Fransa ya Serî Natewîne Emmanuel Fernandes, Seroka Rûmetî ya MPKE'yê Tiny Fox û Sekretera Koma UEL'ê Anna Kolotova beşdarî hevdîtinê bûn.

Di hevdîtinê de detayên hevdîtinên bi Rêber Apo re, asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên li benda avêtinê ne hatin nirxandin.