Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

Parêzerên girtî Mûrat Yalçin ku li êşkenceya tazî ya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê rast hat, giliyê wezîfedaran kirin.

Girtiyê siyasî Mûrat Yalçin ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'yemîn a Erzîrûm Dûmlûyê tê ragirtin, ji bi rûniştina dozê veguhestin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, lê belê li êşkenceya lêgerîna tazî rast hat.

Yalçin piştî rûniştina 12'ê Hezîranê ji nû ve şandin Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'yemîn a Erzîrom Dûmlûyê.

 Parêzerên Yalçin li hemberî gardiyanên ku êşkenceya lêgerîna tazî kirin li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê gilî hate kirin.