DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê bi boneya 56’emîn salvegera Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16’ê Hezîrana 1970’yan banga ‘’yekbûn û mezinkirina têkoşînê’’ kir.

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de 56’emîn salvegera Berxweda Mezin a Karkeran a 15-16’ê Hezîrana 1970’yan a bandoreke mezin li dîroka têkoşîna kedkar û gelan kiriye, bi rêzdarî silav kir.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’15-16’ê Hezîranê yek ji îspata dîrokî ya herî girîng e ku dema kedkar birêxistî bin, bibin yek û xwedî li hêza xwe ya hilberînê derdikevin çawa êrîşên sermaye û desthilatdariyê pûç dikin. Desthilatdariya AKP’ê ya berjewendiyên sermayeyê diparêze, mafên kedê kêm dike, grevan qedexe dike, birêxistinbûna sendîkayî asteng dike û xizaniyê mayînde dike.’’

Komîsyona Kedê diyar kir ku 15-16’ê Hezîranê ‘’rastiyeke girîng nîşanî me daye’’ û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku kedkar û bindest dibin yek ser dikevin; lê belê dema dabeş dibin yan jî tenê tên hiştin sermaye êrîşên xwe zêde dikin. Roja îroyîn tişta ku hewcehiya jê heye piştevaniyeke kedê ya bihêz û yekbûna têkoşîna kedê yali gel têkoşîna civakî ye.

Em weke Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê em ê têkoşîna civakeke demokratîk û pêşerojeke wekhev ya ked nayê îstîsmarkirin, mafên sendîkayî bên misogerkirin, mafên grev û peymanên komî bi awayekî azad tên bikaranîn û hemû kes weke însanan bijîn, mezin bikin.’’