Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

Heyeta (UEL) li Enqereyê bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk hate gotûbêjkirin.

Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (UEL) di çarçoveya hevdîtinên li Enqereyê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê li gel Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari hevdîtinek kir.

Hevserokê Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê George Loucaides, Hevserokê Koma UEL’ê Laura Castel, Alîkarê Serokê Koma UEL’ê Emmanuel Fernandes, Serokê Rûmetê yê UEL’ê Tiny Kox û Sekretera Koma UEL’ê Anna Kolotova beşdarî hevdîtinê bûn.

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Ebrû Gunay û Berdan Ozturk û Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk heyet pêşwazî kir.

Di hevdîtina ku çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk hate pêkanîn de mijarên weke qonaxa ku pêvajo gihiştiyê, pirsgirêkên derdikevin û pêngavên ku divê ji niha û pê ve werin avêtin, hatin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku aliyan têkildarî xurtkirina çareseriya demokratîk û kanalên diyalogê nirxandinên xwe kirine.

Heyeta UEL’ê piştî hevdîtina li gel DEM Partiyê ji bo hevdîtina li gel endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol derbasî Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bûye.