Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsyarê Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu bi wesîleya salvegera qetlîama li hemberî Suryaniyan, banga hevrûbûn û edaletê li dewleta Tirk kir.

Yuksel Mutlu daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku 15’ê Hezîrana 1915’an destpêka pêvajoya qetlîama li dijî yek ji gelên qedîm ê Mezopotamyayê Suryaniyan e. Yuksel Mutlu got, “Di vê pêvajoya Seyfo de ku tê wateya ‘şûr’, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, ji cihên xwe hatin kirin; ziman, çand, bawerî û hebûna dîrokî ya gelekî xwedî kok hatiye hedefgirtin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Tevî ku 111 sal derbas bûne jî, êşên Seyfo hîn jî di bîran de ye. Heta ku hevrûbûna bi heqîqetê re çênebe, edalet pêk neyê û berpirsyariya dîrokî neyê qebûlkirin, ev êş wê ji nifş ber bi nifşan ve dewam bike.

Gelê Suryanî ne tenê dixwaze ev hilweşîna mezin a berê were naskirin; di heman demê de dixwaze îro bi ziman, bawerî û çanda xwe weke welatiyên wekhev bijî. Ev pêdiviya civakek demokratîk û jiyana hevpar e.

Weke DEM Partî em xwedî li daxwaza edalet û hevrûbûnê ya gelê Suryanî derdikevin, kesên di Seyfo de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din îfade dikin ku em êş û bîra gelê Suryanî parve dikin.”