ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji Avvenire re axivî û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Ok diyar kir ku alî xwedî nêzîkatiyên cuda ne û got, heta ku gavên demokratîk neyên avêtin çareseriyeke mayinde pêk nayê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Aydar got, "Mecbûriyet e ku hemû aktorên kurd li hev bicivin û li ser berjewendiyên hevpar li hev bikin û stratejiyeke hevpar ava bikin. Di pêvajoyên guherînê de nabe ku em dûrî hev bin. Armanca me ew e ku di nava vê salê de Konferansa Neteweyî bicivînin."
Siyamend Mûînî yê ji PJAK'ê ragihand ku tevgerên siyasî yên Kurd divê ji pêvajoyên guherînê yên gengaz re amade bin.
Siyasetmedarên Kurd piştî Civaka Giştî ya KNK'ê nirxandin kirin û gotin, parastina destketiyên gelê Kurd tenê bi helwesteke neteweyî ya hevpar dibe. Ji bo vê jî bal kişandin ser girîngiya stratejiya hevpar û konferansa neteweyî.
Endamê KNK'ê Refîq Gafûr destnîşan kir ku ji bo rewşa xitimandî ya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ji holê bê rakirin, divê Kongreya Neteweyî ya Kurd jinûve bikeve rojevê.