Li Reqayê êrîşa xwekujî

Çekdarên nenas ku tê texmînkirin ji şaneyên çeteyên DAÎŞˊê ne bi çek û bombeyan êrîşî navendeke Ewlekariya Hundirîn a Reqayê kir, êrîşkarekî jî xwe di heman navendê de teqand.

Li dijî navendeke Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê êrîşeke çekdarî çêbû, di encamê de pevçûn derket û rewşeke aloz li herêmê rû da. Tê texmînkirin ku êrîşkar ji şaneyên çeteyên DAÎŞˊê bin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li derdora kolana "Intîfada" ya rojavayê bajêr teqîn çêbû. Dûre çekdarên nenas bi klaşînkovê û bombeyan êrişî heman cihî kir û êrişkarekî xwe li wir teqand. Li gorî agahiyên destpêkê yek ji koma êrîşkar hate kuştin.

SOHRˊê diyar kir ku piştî êrişî li derdora wî cihî hêzên ewlehiyê belav bûn, aliyên taybet dest bi lêpirsîna hûrgiliyên bûyerê û destnîşankirina aliyê berpirsiyar kir. Lê heta niha zirarên madî û canî nehatine eşkerekirin.