Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bersiv da pirsên Luca Forschi ji rojnameya Avvenire ya li Îtalyayê weşanê dike.
Bi dîtina we, sedema asêmayin, xitimîna pêvajoya aştiyê çi ye?
Têkildarî pêvajoyê pênaseyeke bi heman fikrî ya aliyan, yanî ya Tevgera me û dewleta Tirk nîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27'ê Sibata 2025'an de gotibû Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Dewleta Tirk hîn jî qala 'terorê' dike, carna jî dibêje 'Yekîtiya Mîllî û Xwişk-Biratî'. Vê yekê ji ber wê dibêjim; di mejî û zîhniyeta dewleta Tirk de hîn hebûna pirsgirêkê nehatiye qebûlkirin û navê pêvajoyê jî bi rengekî rast nayê diyarkirin. Yekane armanca xwe, weke ku her roj dibêjin bêçekkirina tevgera me ye. Ji ber vê jî li şûna aştî yan jî çareseriyê navê 'Tirkiyeya bê teror' bi kar tîne. Bêguman ev yek ji aliyê dîrokî ve encamek û nîşaneyek ji mejiyê înkar û redkirina hebûna gelê Kurd e.
Pirsgirêkek heye ku di dawiya sedsala 19'an de destpê kir, bi sedsala 20'an re veguherî konsepteke îmha û înkarê ya gelekî giran, lê belê bi têkoşîna 52 salî ya tevgera me re ev rêveçûn hate rawestandin û pirsgirêk hate nîşandan. Ev pirsgirêk pirsgirêka Kurd e. Lewma em dibêjin çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Dixwazim wê bibêjim, nêzîkatiya aliyan a li pêvajoyê û pirsgirêkê ji hev gelekî dûr e. Ya rast, dewleta Tirk nêzîkatiyeke cidî û berpirsyarane nîşanî vê pirsgirêka mezin û dîrokî nade. Lewma pêvajo nexitimî ye, lê bellê bi handîkap, b rewşeke dijwar re rû bi rû ye. Pêvajo dihilkum e, lê dimeşe.
Di pêvajoya aştiyê de kî dibe asteng?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn di sala 1992'an de ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi rêbaza demokratîk û muzakereyê gelek caran agirbest ragihand. Piştre jî gelek caran agirbest ceriband, kete nava hewldanên diyalog û muzakereyê. Lê belê dewleta Tirk her carê hewldanên me yên berpirsyariyane yên ji bo çareseriyê red kir, bersiveke erênî neda. Dema Serokkomar Tûrgût Ozal û piştî wê, hinekan hewl dan bi rengekî maqûl, erênî nêzî pirsgirêkê bibin, lê belê bi sûîqest, zext û rêbazên tasfiyeyê hatin bêbandorkirin. Pêvajoya niha hinekî cuda ye. Eger em li pirsa we vegerin, yên ku hebûna pirsgirêkê qebûl nakin û pênase nakin, yên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê naxwazin, yên ku gelê Kurd sed sal in tine dihesibînin û mafê gelbûyînê qebûl nakin; kes, sazî, rêxistin û derdorên xwedî mejiyê şovenîst neteweperest ên hişk, hewl didin bibin asteng.
Bi taybetî di nava dewlet û demokrasiyê de hêzên li derveyî normê jî di nava vê derdorê de ne. Bêguman berpirsyariya hêzên navneteweyî jî mezin e ku di herikîna dîrokê de pirsgirêka Kurd nedîtin, jê wêdetir pirsgirêk bi xwe afirandin, Kurdistan parçe kirin û bê statu hiştin. Hîn jî ji bo berjewendiyên xwe dewleta Tirk tolere dikin û ji bo çareseriya pirsgirêkê nêzîkatiyeke erênî nîşan nadin. Dikarim bibêjim ku ev yek di çareseriya pirsgirêkê û pêşvebirina pêvajoyê de pirsgirêkeke astengdar û gigrîng e.
Eger mirov rastiya dewleta Tirk bidin pêş çavên xwe ku bi rengekî kevneşop li ber her cûre lihevkirinê radibe, gelo 'kêliya' siyasî ya ku derfet da destpêkirina vê pêvajoya aştiyê hûn dikarin çawa pênase bikin?
Weke ku tê zanîn bi dehan sal in em û dewleta Tirk li hemberî hev şer dikin. Hêza duyemîn a herî mezin a NATO'yê ye. Dewleta Tirk bi bikaranîna hemû derfet û hêza xwe ya aborî, siyasî, leşkerî û dîplomatîk xwest tevgera me ji hev bixe, tasfiye bike. Ji bo vê jî bi rastî jî her tişt kir. Şerekî bê pîvan, bê exlaq û qirêj meşand. Lê belê nekarî encamê bi dest bixe. Bi pêvajoya ku jê re 'Bihara Ereb' hate gotin re li Rojhilata Navîn kevir li şûna xwe leqiyan û bi taybetî piştî Xezeyê bûyerên gengaz rû dan ku li Rojhilata Navîn biqewimin. Li pêşberî van bûyerên gengaz aqlê dewletê yê Tirk kete dewrê. Serokê partiya ku li hemberî me têkoşîna herî hişk meşand Devlet Bahçelî got, 'pirsgirêka mayindebûnê' û pêvajo oda destpêkirin. Ev yek nîşaneyeke girîng e ku girîngî û cidiyeta mijarê radixe pêş çavan.
Bêguman divê mirov rola Rêber Abdullah Ocalan ji bîr nekin ku dixwaze pirsgirêka urd bi rengekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Di nava mercên herî giran ê tecrîdê de bi berpirsyariyeke mezin destê xwe dirêj kir û ji bo destpêkirina vê pêvajoyê bi roleke girîng rabû. Ji bilî Rêber Abdullah Ocalan kesî nekarîbû vê pêvajoyê bide destpêkirin û bimeşîne.
Li herêma berxwedanê ya kevneşop rewş çi ye? Gelo ji artêşa Tirk ti êriş an jî karekî cuda tê kirin?
Bi destpêkirina pêvajoyê re, eger em 3-4 mehên destpêkê nehesibînin li Herêmên Parastinê yên Medyayê mirov dikare qala agirbesteke dualî bikin. Em zanin ku dewleta Tirk dem bi dem hêzê li hin qadan bi cih dike, li hin qadan guhertina hêzê dike û karekî berfireh ê îstîxbaratê dike. Lê belê weke ku min got, di vê pêvajoyê de di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên artêşa Tirk de di asta îstîsnayî de hin şer an jî operasyon qewimî be jî bi giştî mirov dikare qala rewşeke bêşer bike.
Di pêvajoya 'agirbest'ê de par jiyana hevvrêyên we çawa bû? Li pêşberî vê mînaka 'aştiyê' di nava hesteke çawa de ne? Baş e gelê Kurd jî rehet bû? Ji Enqereyê bawer dikin?
Hevrêyên me hemû û hêzên me yên gerîla bi baweriyeke mezin a ji têkoşîn û îradeya azad a xwe û Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de jiyana xwe bi rêxistinî û dîsîplîn meşandin. Ne xwe xist kirin, ne jî li hemberî aliyê dijber kete nava bendewariyeke nepixandî, ne jî ketin nava rewşeke bêbaweriya ji pêvajoyê. Berevajî vê yekê ji her rewşa gengaz re amade ne. Bêguman tecrûbeyên neyînî yên pêvajoyên diyalogê û agirbestê yên salên derbasbûyî têne zanîn. Lê belê ev yek teqez nayê wateya bêbaweriya ji pêvajoyê re ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Bi rengekî xwezayî bi baldarî, rêxistinî û dîsîplînî tevdigere.
Rewşa gelê Kurd bêguman hinekî cuda ye. Dem bi dem em ji diyalog û hevpeyvînên gel ên bi medya û çapemeniyê dibînin ku gelê me bêteredût bi Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, jê bawer dike û dilsozê wî ye. Li hemberî vê yekê jî baweriya bi dewleta Tirk, yanî baweriya bi Enqereyê gelekî lawaz e, weke ku nîne. Ji ber ku gelê me gavên dîrokî yên tevgera me baş zane; yanî biryarên stratejîk ên tevgera me; fesixkirina PKK'ê, terikandina stratejiya têkoşîna çekdarî baş zane. Ji ber ku Enqere helwesteke gelekî hişk nîşan dide û gotineke ku tevkariyê li pêşveçûna pêvajoyê bike nake û gaveke pratîkî ya cidî neavêtiye, bivê nevê gel dem bi dem bi guman nêzîk dibe, ev yek dibe sedema bêbaweriyê. Gelê Kurd di nava têkoşîna ji 52 salan de berdêlên mezin da, bi berxwedêriya xwe gelekî polîtîk û têgihiştî ye. Yanî bûyer û pêşketinan baş dibîne, baş dixwîne.
Di mijara 'mafê hêviyê' ya ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd de helwesta we çi ye?
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê ku di nava ti şert û mercî de neyê nirxandin weke 'kiryareke xerab û binpêkirina mafên mirovan' pênase kir. DMME destnîşan dike ku piştî 25 sal di ser bicihanîna ceza re derbas bû divê ji aliyê saziyeke dadgerî û îdarî ve bê nirxandin ku bê berdan an na. Dewleta Tirkiyeyê weke dewleteke endamê Konseya Ewropayê xwedî wê berpirsyariyê ye ku biryarên DMME'yê bi cih bîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji Tirkiyeyê dixwaze ku ji bo ev maf di hiqûqa navxweyî de karibe bi cih bê anîn, gavên qanûnî biavêj. Ji bo vê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara 'Mafê Hêviyê' de ji Tirkiyeyê xwest ku di çarçoveya biryarên DMME'yê de mewzûatên pêwîst pêk bîne û heta Hezîrana 2026'an dem dabû Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de em dibînin ku dewleta Tirk bi sedemên siyasî nêzî mijara mafê hêviyê dibe, ne bi mijarên hiqûqî. Ji aliyekî ve dîmenekî welê nîşan dide ku weke li ber biryarên DMME'yê ranabe, li aliyê din jî bi polîtîkaya taloqkirinê dixwaze derbas bike.
Dewletên endamên Konseya Eworpayê jî ji ber hevsengiyên siyasî dirêjkirina vê pêvajoyê ji nedîtî ve tên. Beriya her tiştî banga me li dewletên Ewropayê ew e ku xwedî li nirxên demokratîk derkevin. Ji bo vê jî kesayet, rêxistin û saziyên ku hurmetê nîşanî mafên mirovan didin, divê ji bo bicihanîna vî nirxê demokratîk zextê li dewletên xwe bikin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna biryara Mafê Hêviyê divê dewleta Tirk hem teşwîq bike hem jî zextê lê bike. Lewma di mijara Mafê Hêviyê de têkoşîna e ya hiqûqî, siyasî û civakî wê hem li Tirkiye û Kurdistanê hem jî li Ewropayê dewam bike. We pirsî bûn bê kî li pêşiya pêvajoya aştiyê dibe asteng. Nêzîkatiya li mijara Mafê Hêviyê dikare bibe bersiv ji vê pirsê re.
Peymana pêvajoya aştiyê ji bo ji aliyê PKK'ê ve bê qebûlkirin, divê xwedî kîjan xalan be?
Ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê, beriya her tiştî weke ku rêveberiya tevgera me gelek caran ragihand, divê Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve weke muzakerevanê sereke, muxatab bê qebûlkirin. Ji bo vê jî divê xwedî derfetên karkirinê û jiyanê ya azad be ku karibe bi rola xwe ya muzakerevaniya sereke rabe. Heta ku ev nebe mirov nikare qala pêşveçûna pêvajoyê bike. Her wiha ji bo pêvajoyê zemîneke hiqûqî ya yekpare û pêwîst, ji bo têkoşÎn û siyaseta demokratîk garantiya qanûnî û siyasî divê. Bi kurtasî çareseriya prisgirêka Kurd li nava sînorê Tirkiyeyê li ser bingeha demokrasiya xwecihî girîng e. Eger Kurd hene, mafên wan jî wê hebin. Jiyaneke demokratîk û azad bi hebûna Kurdan a li nava sîstemê ya bi çand û nasnameya xwe dibe û ya rast ew e. Em jî dibêjin, terikandina mejiyê înkar û îmhayê yê sed sal in li hemberî Kurdan tê meşandin, naskirina hevdu û qebûlkirina hev, yanî entegrasyona demokratîk tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê.
Rewşa jeopolîtîk a herêmê bi lez diguhere, analîza we çi ye? Gelo herêm ber bi ku ve diçe? Di vir de rol an jî hedefa Tirkiyeyê çi ye? PKK kîjan helwestê nîşan dide, gelê Kurd weke parçeyek ji Tirkiyeyeke hîn demokratîk di mijara têkiliyên derve de divê çi ji xwe re bike armanc?
Weke ku hûn jî zanin Rojhilata Navîn ji ber polîtîkayên mêtingeriyê yên du sed salên dawî îro li ber cankêşiyê ye. Li Rojhilata Navîn j bo afirandina sîstema netewe dewletê Napolyon êriş da destpêkirin, Brîtanyayê dewam kir. Niha jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dewam dike. Dawiya dawî di rewşa heyî de li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ê gelekî tevlîhev diqewime. Sîstema siyasî ya sedsala 20'an ji holê tê rakirin, sîstema siyasî ya sedsala 21'ê tê xwestin ku li Rojhilata Navîn bê avakirin. Şer û têkoşîna siyasî, leşkerî, aborî û teknolojîk hemû ji bo vê tê kirin. Di heman demê de şerekî enerjî û bazirganiyê heye. Her wiha pirsgirêka ewlekariyê ya Îsraîlê sereke ye. Ne mumkun e ku mirov şerê niha yê navbera Îran-DYE û Îsraîlê li derveyî vê bibîne û binirxîne.
Li Rojhilata Navîn netewe dewlet bi îradeya xwe û şoreşa xwe ava nebûn. Ji aliyê sîstema hegemonîk ve hatin avakirin. Lewma ev netewe dewletên peykê jî, sîstema hegemonîk a ku ev dewlet ava kir jî ji bûyerên li Rojhilata Navîn yekser berpirsyar in. Şerê navbera gelan ê bi navê etnîkî, olî, zayendperestiyê û neteweperestiya zanistiyê, veguherîna erdnîgariyê weke derya xwînê encamek ji polîtîkayên netewe dewlet û sîstema hegemonîk e. Di vir de dixwazim mînakekê ji Picasso bidim. Dema ku Hîtler êriş bir ser Spanyayê û komkujî kir, cih û warên dîrokî yên Spanyayê jî hatibûn hilweşandin. Picasso ev yek di tabloya xwe ya bi navê Guernica de radixistibû pêş çavan. Di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de efserekî Nazî avêt ser atolyeya Picasso ya li Parîsê û işaret bi wê tabloya navdar kiribû û pirsî bû, 'We ev tablo çêkir?' Picasso jî ew bersiva dîrokî dabû û gotibû, 'Na we ev tablo çêkir!' Bûyerên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin jî, êş, hilweşîn û trajedî hemû berhemek ji sîstema hegemonîk e. Di nava sed salî de di çarçoveya eymana Sykes-Picot de xwestin vê bikin. Îro ev konsepta sed salî hildiweşe û dixwazin dîzayeneke nû bikin.
Bi kurtasî nepêkan e ku bi perspektîfa modernîteya kapîtalîst pirsgirêkên Rojhilata Navîn bê çareserkirin û Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Çareserî tenê ji xwecihî û bi xweseriya Rojhilata Navîn dibe. Diyar e ku ne ummetperestî, ne neteweperestiya bi cûreyê Baesê ne jî çepgiriya klasîk dikarin pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Lewma stratejiya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo gelekî girîng e. Yekane çareseriya hemû pirsgirêkan neteweya demokratîk e, têkoşîna bi biryar a ji bo Yekîtiya Neteweya Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Eşkere ye ku Tirkiye li hemberî bûyerên li Rojhilata Navîn radibe, li ber xwe dide. Polîtîkayeke welê dimeşîne ku statukoyê diparêze. Ji ber ku guherîna Rojhilata Navîn tê wateya guherîna ji mecbûrî ya dewleta Tirk. Lewma dewleta Tirk di polîtîkaya netewe dewletperestiyê de israr dike.
Weke gelê Kurd di têkiliyên derve de em ê dîplomasiyeke ku xwe dispêre hewldanên aştiyê bimeşînin. Ji bo vê jî li şûna zimanê berê yê negatîf em ê zimanekî pozîtîf esas bigirin. Em ê tevkariyê li Tirkiyeyeke demokratîk û mafên mirovan re bikin. Armanca me çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Li ser vê bingehê girîng e ku her cûre karên dîplomatîk encamgir û afirîner be. Bi taybetî divê Kurd di vê pêvajoyê de eniya xwe xurt bikin, yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Weke tevger em ji bo vê dixebitin. Her wiha em dixwazin bi hemû rêxistin, partî û hêzên navneteweyî yên alîgirê demokrasî, azadî û sosyalîzmê ne, bi perspektîfa enternasyonalîzmeke nû têkiliyê xurt bikin û bigihînin asteke girîng.
Hûn rewşa gelê Kurd a li Rojava û Rojhilat çawa dinirxînin?
Tê anîn ku li Rojava li dijî rêxistina çete ya DAÎŞ'ê ya faşîst, bi pêşengiya jinan bi berdêlên giran têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Bi taybetî lehengiya jinên Kurd a di nava vê berxwedanê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di berxwedanê de Kurd, Ereb, Suryan û gelên din bi hev re cih girtin û bi vê berxwedanê re destketiyên mezin bi dest xistin, her wiha berdêlên giran dan. Di vê pêvajoyê de DYE û hêzên koalîsyonê yên li dijî DAÎŞ'ê têdikoşiyan bi Kurdan re tevgeriyan, ku bêguman ev yek girîng bû. Lê belê kengî DAÎŞ hate têkbirin, helwesta DYE û hêzên koalîsyonê ya li hemberî Kurdan jî gelekî guherî. DYE û Ewropa êdî li dora Şam-Şara tevgeriyan. Kurd bi tena serê xwe hatin hiştin, têkilî, dostanî û hevkariya bi Kurdan re hema bibêje qediya, Kurd hatin jibîrkirin, ji vê jî wêdetir bi êriş û gefên gengaz ên dewleta Tirk re rû bi rû hatin hiştin.
Ji xwe piştî guherîna vê polîtîkaya DYE û hêzên koalîsyonê, hêzên Şam-HTŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk li Heleb-Şêxmeqsûdê li dijî Kurdan dest bi êrişê kirin û komkujî kirin. Ji ber vê jî ne şaş e ku mirov bibêje ku Kurd li hemberî DYE û hêzên koalîsyonê gelekî bi hêrs e, nerazî ye. Niha Kurd bi hêza xwe hewl didin destketiyên xwe biparêzin. Bi Şamê re di nava pêvajoya entegrasyon û muzakereyê de ne. Kurd wê heta dawiyê destketî û mafên xwe yên gelbûyînê biparêzin. Ya ku divê bibe ev e; di serî de jin û mirovahî; dewletên Ewropayê, DYE, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê û her kes divê xwedî li Kurdan derkevin ku ji bo mirovahiyê li ber xwe dan. Divê piştgiriya Kurdan bikin. Kurd di nava bendewariyeke bi vî rengî ya mafdar de ne, lê belê wê beriya her tiştî bi hêza xwe, bi baweriya ji têkoşîna xwe ya mafdar destketiyên xwe biparêzin û teqez vê yekê bi ser bixînin.
Têkildarî rewşa Kurdên li Rojhilat dikarim bi kurtasî vê yekê bibêjim; bi şerê DYE-Îsraîl-Îranê re li Rojhilata Navîn û di serî de li Îran-Rojhilat rewşeke nû derkete holê. Gelên Îranê, civakên alîgirê demokrasî û azadiyê divê ji bo Îraneke demokratîk a ji nasname û baweriyan têkoşînê bimeşînin. Îran neçar e ku demokratîk bibe. Gelo rejîma heyî wê karibe guherîneke demokratîk a bi vî rengî girîng, bingehîn û cidî pêk bîne? Ev yek ji cihê pirsê ye. Diyar e ku ev îhtimal gelekî lawaz e. Wê demê divê gel û bawerî hemû ji bo Îraneke demokratîk bibin yek, têbikoşin. Îran niha di pêvajoyeke bi vî rengî de ye. Di vir de bêguman Kurd hêzeke bi bandor û ya herî girîng e. Lê belê Kurd wê nebe amûrê li ber destê kesî. Weke gelekî ku gelek caran hatiye qetilkirin û qirkirin, hişê Kurdan xurt e, xwedî tecrûbeyê ne. Gelek partî û rêxistinên Rojhilatî li hev kom bûn û yekîtiya xwe ragihandin. Em zanin ku nîqaşê li ser wê yekê dikin ku kengî û di nava kîjan mercan de divê stratejiyeke çawa, taktîkeke çawa bimeşînin. Bi dîtina min wê bi rengekî welê tevbigerin ku ne di demeke negucaw de bikevin nava tevgerê, ne jî li dû pêşketin û bûyeran bimînin.
Abdullah Ocalan di peyama xwe de ragihand ku berxwedana çekdarî bi dawî bûye. Lê belê eger rewş zexta vê yekê li we bike, gelo hûn ê careke din şer bikin?
Rast e ku Rêber Abdullah Ocalan dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî aniye. Ev yek guherîn û veguherîneke paradîgmayî ye. Li şûna stratejiya şerê rizgariya neteweyî stratejiya siyaseta demokratîk esas tê wergirtin. Siyaseta demokratîk wê di nava komara demokratîk de be. Bi Komara Demokratîk re wê siyaseta demokratîk entegre bibe. Ji bo vê jî divê Tirkiye demokratîk bibe. Eger komar demokratîk nebe hingî entegrasyon jî nabe.
Terikandina têkoşîna çekdarî û stratejiya wê, divê neyê wê wateyê ku em ê xwe neparêzin. Lê belê mebest ji xweparastinê jî divê ne tenê têkoşîna çekdarî be. Divê ji têkoşîna çekdarî wêdetir, têkoşîna rêxistiniya her astê ya civakê bê fêhmkirin. Eger gelê Kurd bêyî garantîkirina mafên xwe yên weke civaka demokratîk dest ji xweparastinê berde, ev wê bê wateya qebûlkirina mirinê. Gelê Kurd çima dest bi têkoşîna çekdarî kir? Ji bo parastina hebûna xwe. Gefên li ser gelê Kurd dewam dikin? Belê dewam dike. Heta ku ev gef ji holê neyên rakirin em ê dest ji mafê xweparastinê bernedin. Di xweparastinê de pîvana me ya bingehîn çi ye? Heta ku hebûna gelê Kurd neyê redkirin, bi armanca îmhayê êriş neyê kirin wê têkoşîna çekdarî weke rêbazekê esas neyê wergirtin. Eger bi armanca îmhaya hebûnê êriş û sefer bêne kirin, çek jî di nav de her cûre rêbaz wê mafekî bingehîn be.