Li Îtalya û Swîsreyê civînên gel ên li ser pêvajoya nû
Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê û bajarê Chur ê Swîsreyê di civînên gel de pirsgirêka Kurd, banga Rêber Apo û bûyerên têkildarî dema nû hatin nirxandin.
Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê û bajarê Chur ê Swîsreyê di civînên gel de pirsgirêka Kurd, banga Rêber Apo û bûyerên têkildarî dema nû hatin nirxandin.
Kurdistaniyên li bajarê Grosseto yê Îtalyayê di civîneke gel a têkildarî pêvajoya nû de li hev civiyan. Îdrîs Balûken weke qiseker beşdarî civînê bû.
Di civînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir, siyasetmedar Îdrîs Balûken bûyerên dema dawî nirxand. Balûken cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bi bîr anî.
Balûken anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo daniye holê girîng e û destnîşan kir ku ev fikir divê li qada civakî bê pêşvebirin. Di dawiya civînê de pirs û pêşniyar hatin kikrin û bûyerên rojane hatin nirxandin.
LI CHUR'Ê REMZÎ KARTAL AXIVÎ
Li bajarê Chur ê Swîsreyê jî civîneke bi heman rengî ya gel li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal weke qiseker beşdarî civînê bû.
Kartal di axaftina xwe de bûyerên dawî yên siyasî nirxand, bi taybetî jî bal kişand ser bûyerên li Rojavayê Kurdistanê. Remzî Kartal diyar kir ku rexneyên li ser Rojava li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd têne kirin, li dijî feraseta xwişk û biratiya gelan e.
Kartal işaret bi girîngiya pêvajoyê kir ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin û ragihand ku gelê Kurd ji niha û pê ve divê têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe bi rêbazên siyasî û demokratîk bimeşîne.
Civîn piştî pirs, pêşniyar û nêrînên gel bi dawî bû.