Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Gafûr di serî de rewşa pêşmergeyan, statuya destûra bingehîn a herêmê û nîqaşên li ser rayedaran, rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. Refîq Gafûr diyar kir ku krîza siyasî û rewşa xitimandî ya li Herêma Kurdistanê, asta hikumeta herêmî li pêşberî hikumeta navendî lawaz kiriye.
Refîq Gafûr işaret bi rewşa xitimandî û krîza avakirina hikumetê ya piştî hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ji bo çareserkirina vê yekê divê hêzên siyasî yên Kurd pêvajoyeke berfireh a diyalogê bidin destpêkirin.
Refîq Gafûr anî ziman ku krîza heyî ne tenê avanekirina hikumetê ye, di heman demê de pirsgirêkên avanî yên li ser paşeroja siyasî ya Herêma Kurdistanê bi xwe re aniye û destnîşan kir ku krîza siyasî û krîza aboriyê ya li tevahiya Iraqê bandora yekser li Herêma Kurdistanê dike. Gafûr anî ziman ku nakokiyên navvxweyî yên li herêmê jî pirsgirêk girantir kiriye û got, "Li gel ku demeke dirêj di ser hilbijartinê re derbas bûye, neavakirina hikumetê ne rewşeke ku bê qebûlkirin e."
Gafûr destnîşan kir ku hêviya bingehîn a gel rêveberiyeke ku saziyên xwe dixebite û çareseriyê ji pirsgirêkan re hildiberîne û anî ziman ku divê partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji hesabên teng ên partiyê derbas bibin. Ji bo vê jî işaret bi girîngiya îradeya hevpar kir û ragihand ku tenê bi vî rengî pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî dikarin bêne çareserkirin.
Refîq Gafûr diyar kir ku yek ji wezîfeyên herî girîng ên li pêşiya siyaseta Kurd afirandina nêzîkatiyeke stratejîk a hevpar e û got, "Nêzîkatiyên parçeyî û tiraqên demkî têra çareserkirina pirsgirêkan nake ku gelê Kurd pê re rû bi rû ye. Pêwîstî bi diyalogeke neteweyî ya xurt û koordÎnasyoneke hîn berfireh heye."
Lewma banga lihevkirinê, diyalog û karê hevpar li aliyan kir.