Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer da zanîn ku hikûmet wê bikaranîna medyaya dijîtal ji bo zarokên di bin 16 saliyê de qedexe bike. Starmer biryara berbehs weke ‘’ji bo welêt û malbatan pêngaveke girîng’’ pênase kir û got ku platformên medyaya dijîtal zarokan neşad dikin, zorbetî û îstîsmarê hêsan dikin
Tê plankirin ku yasaya nû beriya Noelê ji parlamentoyê derbas bibe û di destpêka sala bê de bikeve meriyetê.
JI PLATFORMÊN LÎSTIK Û WEŞANÊ RE JÎ SERERASTKIRINEKE NÛ
Starmer da zanîn ku hikûmet têkildarî mijarê bes bi medyaya dijîtal re sînordar namîne û diyar kir ku ew ê tedbîrên ku rê li ber peywendiya bêyî kontrol a zarokan ya li gel kesên biyanî ya li ser platformên lîstikên online û weşanê jî bigire, bistînin.
JI YOUTUBEYÊ NERAZÎBÛN
YouTubeya girêdayî Googleyê nerazîbûnên xwe nîşanî biryarê da. Şîrketê hişyarî da ku qedexeya berbehs wê berê zarokan bide platformên anonîm û neewle.
PIŞTEVANIYA RAYA GIŞTÎ BI HÊZ E
Biryar, piştî pêvajoya şêwra neteweyî ya di meha Çileyê de hate destpêkirin û nêzîkî 116 hezar kesan nêrînên xwe yên têkildarîmijarê ditar kirin, hate standin. Di xebatê de piraniya dayîk û bavan gotiye ku rîskên medyaya dijîtal ên li ser zarokan ji feydeyên wê zêdetir in.
Ji sedî 91’ê dayik û bavên beşdarî xebatê bûne, diyar kirine ku divê sînorê temenê bikaranîna medyaya dijîtal 16 be.
NÎQAŞ BERDEWAM DIKIN
Wezîra Çandê Lisa Nandy got qedexe bi tena serê xwe nikare pirsgirêkê çareser bike û zarok wê qanûnan binpê bikin. Starmer tevî vê yekê jî anî ziman ku sererastkirina qanûnî hewce ye.
Serokwezîr Keir Starmer ev yek anîn ziman: ‘’Ji ber ku ciwanek alkolê bi dest dixe em dev ji qedexekirina firotina alkolê ya ji zarokan re bernadin. Yasa bes ne qaîde ne di heman demê de nirxên civakê jî nîşan didin.’’
LI CÎHANÊ PÊNGAVÊN HEVŞIB
Beriya niha welatên weke Avustralya û Endonezyayê jî qedexeyên hevşib xistibûn meriyetê û Kanadayê dabû zanîn ku ew jî amadehiyên sererastkirina behbehs dikin. Li Fransayê jî pêşnûmayeke têkildarî zarokên di bin 15 saliyê de li parlamentoyê tê nîqaşkirin.
Her wiha hikûmeta Îngilistanê ji Apple û Googleyê xwest ku di nava sê mehan de pergalên ku rê li ber şandin û standina dîmenên têkiliyên zayendî bigire, pêş bixin. Da zanîn ku ger ev daxwaz pêk neyê ew ê têkildarî vê mijarê jî sererastkirineke qanûnî bikin.