Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilovan li Kobanê hat veşartin
Xelkê bajarê Kobanê û gundewarê wî cenazeyê şervanekî QSDˊê şehîd Dilovan veşart û girêdana bi metoda şehîdan û parastina destkeftiyên wan nîşan da.
Xelkê bajarê Kobanê û gundewarê wî cenazeyê şervanekî QSDˊê şehîd Dilovan veşart û girêdana bi metoda şehîdan û parastina destkeftiyên wan nîşan da.
Şêniyên Kobanê û gundewarê wî, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Dilovan (Mistefa Mistefa) yê ku duh dema li bajêr li ser erka xwe bû şehîd bû, veşartin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Amal Behadîn û Silêman Silêman axivîn, bal kişand ser dilsoziya bi fedakariyên şehîdan re, berdewama parastina xakê, parastina ewlehî û aramiyê.
Her duyan diyar kri ku dê şehîd jêdera îlhama berdewama têkoşîna ji bo azadiyê, parastina civakî û xebata ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk bimînin.