Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

Hedla Çîn a 77 salî li şaneşîna mala xwe li Qoserê hat bi guleyê qetilkirin.

Hedla Çîn a 77 salî li ser şaneşîna mala xwe li taxa Mezopotamya ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi guleyê hat qetilkirin.

Hat îdiakirin ku Hedla Çîn bi guleya ku ji dawetekê bera hewa dan bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hat zanîn ku Hedla Çîn li nexweşxaneyê jina xwe j dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Cenazeyê Hedla Çîn ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekirê.