Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir
Rejîma Îranê bi hinceta tevlîbûna Roja Jinan ya Cîhanî, çalakvana Kurd Sohêl Meta ya ji navçeya Dêwane ya Sine binçav kir.
Rejîma Îranê bi hinceta tevlîbûna Roja Jinan ya Cîhanî, çalakvana Kurd Sohêl Meta ya ji navçeya Dêwane ya Sine binçav kir.
Zext û çewisandinên rejîma Îranê ya li ser jin û ciwanan bê navber dewam dike.
Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî çalakvana Kurd Sohêl Metaî agahî da.
Hate ragihandin ku Çalakvana Kurd a Mafê Jinan diparêze ku xelkê navçeya Dêwane ya ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Sohêl Metanî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku tevlî çalakiya Roja Jinan a Cîhanî bûye hatiye binçavkirin.
Hate diyarkirin ku Sohêl Metanî berî niha jî hatiye binçavkirin.