BI DÎMEN

Zubeyîr Aydar: Aktorên Kurd hemû divê li dora stratejiyeke hevpar bibin yek

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Aydar got, “Aktorên Kurd hemû divê werin ba hev û stratejiyeke hevpar ava bikin. Di pêvajoyên guhertinê de nabe ku em ji hev cuda bisekinin. Armanca me, îsal komkirina Konferansa Neteweyî ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Endamê KNK’ê Zubeyîr Aydar têkildarî 24’emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku 6-7’ê Hezîranê li bajarê Venlo yê Hollandayê hate lidarxistin, nirxandin kir. Aydar diyar kir ku ji hemû parçeyên Kurdistanê, her wiha ji Emerîka, Kanada û Awûstûryayê jî beşdarbûneke zêde ji civînê re çêbû. Aydar ragihand ku endamên nehatine jî ji Silêmanî, Moskow û Qamişloyê bi rengekî hemwext beşdar bûn û destnîşan kir ku civîn di demeke pir krîtîk de bi tevlîbûneke asta bilind hate lidarxistin.

‘LI SER KURDISTANÊ BAZARIYÊN NÛ HENE, EM DI NAVENDA ŞER DE NE’

Aydar destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye ku rasterast bandorê li Kurdistanê jî dike û got, “Li herêma me di vê demê de dibe qedera Kurdistanê jinûve were nivîsandin. Li ser Kurdistanê pêvajoyeke pir giran tê meşandin û bazariyên nû tên kirin. Di vî warî de em tam di navenda şerekî de ne. Di demeke wiha de lidarxistina vê civînê û bi hûrgûlî nîqaşkirina van rewşan, ji bo me pir girîng bû.”

‘LÊGERÎNA ÇARESERIYÊ YA LI BAKUR, GAVEKE STRATEJÎK E KU DIKARE BANDORÊ LI 4 PARÇEYAN BIKE’

Zubeyîr Aydar anî ziman ku di Civata Giştî de geşedanên li hemû parçeyên Kurdistanê bi hûrgûlî hatine analîzkirin û diyar kir ku her parçeyek di pêvajoyên krîtîk de derbas dibe. Aydar got, peyamên lîderên Kurd ber didin civatê û wiha dewam kir, “Di civîna me de peyamên Birêz Ocalan, Birêz Karayilan û Cemîl Bayik hatin xwendin. Peyamên YNK’ê û yên gelek partiyan jî gihiştin Kongreyê û tevkariyeke mezin li nîqaşên me kir.

Niha li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû û lêgerîneke diyalogê heye; divê teqez em vê bi ser bixin. Ev pêvajo ji bo hemû Kurdan lêgerîneke stratejîk e. Çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakur, xwedî hêzeke ku dikare rasterast bandorê li hemû Kurdistanê û çar parçeyan bike.

Li aliyê din li Rojava rewş li holê ye; pêvajoya êrîşan, şer û muzakereyên entegrasyona sazîbûnê dewam dike. Li Başûr jî, ev du sal in ji ber ku hikûmet nehatiye avakirin, pêvajoyên hîn krîtîktir dibe li benda me bin. Bi asta Rojhilat jî encamên şerê navbera Îran û Îsraîl-Emerîkayê wê çi bin û ev encam wê çi bandorê li Kurdan bike, me ji nêz ve eleqeder dike.”

‘EM NEBIN YEK, EM Ê BIÇIN YEK BI YEK’

Aydar bilêv kir ku li hemberî vê tevilheviya mezin a li Rojhilata Navîn divê cihana fikir a Kurd, akademiya wê, siyasetmedarên wê û hemû serokên partiyên wê li ba hev bisekinin, ev yek neçariyeke dîrokî ye û diyar kir ku sekna bi parçe nayê qebûlkirin.

Aydar bi bîr xist ku KNK tam bi vê armancê hatiye avakirin û bal kişand ser gotina navdar mezinên Kurdan û banga yekîtiyê kir: “Aktorên Kurd hemû divê werin ba hev, li ser berjewendiyên hevpar li hev bikin û stratejiyeke hevpar ava bikin. Di pêvajoyên guhertinê de nabe ku em ji hev cuda bisekinin. Armanc û hêviya me, îsal komkirina Konferansa Neteweyî û diyarkirina stratejiya hevpar e.

Weke gotina mezinên Kurd, ‘Em nebin yek, em ê biçin yek bi yek’. Eger em li vê hola ku qedera me tê nîqaşkirin bibin yek, yek deng û stratejiyeke hevpar ava bikin, bi dostên xwe re zimanekî hevpar ava bikin û bi siyasetê bersiva pêwîst bidin dijminên xwe, em ê bi ser bikevin. Encex bi vî rengî em dikarin destkeftiyên xwe biparêzin û ji vê pêvajoyê derbikevin. Weke gel em xwedî derfet û potansiyeleke pir mezin in. Eger em siyasetmedarên xwe bînin ba hev, vê derfetê rast bi kar bînin, em ê mezin bi ser bikevin.”

BIRYARA DÎROKÎ: JI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RE SERLÊDANA NÛNERTÎ Û STATUYÊ

Zubeyîr Aydar diyar kir ku pirsgirêka Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan bes ne meseleya roja îroyîn e di tevahiya dîrokê de ji aliyê nivîskar, helbestvan û siyasetmedaran ve hatiye nivîsandin û îfade kir ku KNK êdî dixwaze ji van xebatên ku ev 27 sal in bi rê ve dibe encameke şênber bi dest bixe.

Zubeyîr Aydar da zanîn ku di Civata Giştî de wan li ser salvegera Peymana Lozanê jî hin plansazî kirin û bi vî rengî qala biryara dîrokî ya li hemberî krîza nûnertiyê ya li cîhanê kir: ‘’Kurd roja îroyîn li seranserê cîhanê tên naskirin û nêzîkî 60 milyon nifûsa wan heye. Lê belê mixabin ku di saziyên ku cîhanê bi rê ve dibin de nûnerê me yê fermî tune ye. Di wateya neteweyî de ji bo çareserkirina vê kêmasiya me ya mezin di Civata me ya Giştî de biryareke gelekî girîng hate standin.

Di mijara statu û nûnertiya gelê Kurd a di qada navneteweyî de wê ji Neteweyên Yekbûyî re (NY) serlêdana fermî were kirin. KNK wê pêşengtiya vê xebata dîplomatîk bike û hemû nûnertiya pêvajoyê wê ji aliyê KNK’ê ve were kirin. Ji bilî vê yekê bi taybetî di mijarên ziman û perwerdeya bi zimanê dayîkê de jî di civatê de nîqaşên girîng hatin kirin û encamên girîng hatin bidestxistin.’’

Zubeyîr Aydar piştre diyar kir ku ew ê enerjî û giraniya xwe ya îsal bidin serkeftina Konferansa Neteweyî û got ku ew hêvî dikin ku hemû serokên Kurd, nûnerên partiyan saziyan li ser heman maseyê bîne ba hev û di mijara pêşeroja Kurdan de gotineke mutleq û yekîtiya siyasetê dabîn bikin.