Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Di qezayek li ser rêya Koye-Dukanê de ku tankerek sotemeniyê û du wesayît li hev qelibîn de herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di qezayek li ser rêya Koye-Dukanê de ku tankerek sotemeniyê û du wesayît li hev qelibîn de herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya Koye-Dukanê qezayek trafîkê ku tankerek sotemeniyê û du wesayît li hev qelibîn çêbû. Di encama qezayê de hersê wesayît bi tevahî şewitîn.
Li gorî agahiyan, di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Serokê Parastina Sivîl a Koye Goran Ehmed ji Rojnewsê re axivî û got, "Hersê wesayît tevlî qezayê bûn û her sê jî bi tevahî şewitîn. Ji ber vê yekê, em hîn jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane nizanin.”