Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin
Li Bismil a Amedê polîsên Tirk ên ku çûn malekê, xwediyê malê û cîranê wî lêdane binçav kirin.
Li Bismil a Amedê polîsên Tirk ên ku çûn malekê, xwediyê malê û cîranê wî lêdane binçav kirin.
Li taxa Dumlupinar a navçeya Bismil a Amed, polîsên Tirk li dijî du kesan tundî bikar anîn. Li gorî agahiyan, polîs sê caran hatine mala Veysî Yokuş û gotine ku ew li kesekî bi navê Muhammed Aksoy digerin. Yokuş jî ji wan re got “Hûn sê caran hatine, em ne li vir bûn zarokên me ditirsin, ji kerema xwe careke din neyên.” Polîsan wî ji qata duyemîn heta kolanê li erdê kaş kirin.
Cîranê wî Emrah Katıirci ê ku bûyer li ber çavê wî rê da nerazîbûn nîşan da. Vê carê polîsan êrîşî herduyan kir. Polîsên ku bi heqaret û gefan bersiv dan bertekên dikandarên herêmê. Polîsan Yokuş û Katirci binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bismilê.
Dîmenên ku ji aliyê welatiyan ve hatine kişandin tundiya polîsan bi zelalî tê dîtin û dengê zarokek ku dibêje "Bavo” tê bihîstin.