Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de pêşkêşiya Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

Civaknasa Îtalî Laura Corradi di 12’emîn Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê ku li Taylandê hat lidarxistin de li ser "Jineolojiyê" pêşkêşiyek kir û bi "Pêşkêşiya Serkeftî" hat xelatkirin.

Civaknasa Îtalî Laura Corradi ddi 12’emîn Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê ku di 26-30’ê Gulanê de li Taylandê hat lidarxistin de xelata "Pêşkêşiya Serkeftî (Superlative Presentation)" wergirt.

Laura Corradi bi pêşkêşiya devkî ya bi navê “Ji rexneya Sandra Harding a zanyariya femînîst avakirina Jineolojiyê” hêjayî xelatê hat dîtin.

Laura Corradi ya ku di qada civaknasiyê de dixebite û bi nasnameya xwe ya akademîk tê nasîn, doktoraya xwe ya civaknasiyê li Zanîngeha Kalîforniyayê temam kir. Laura Corradi nêzîkî panzdeh pirtûk û bi sedan gotarên akademîk nivîsandiye.  li Zanîngeha Calabria dersên Zayenda Civakî û Metodolojiyê dide. Laura Corradi koordînatoriya Decolonial Feminist Queer LAB’ê dimeşîne.

Laura Corradi di xebatên xwe yên akademîk û femînîst de timî bi ramanên "Rêber Apo" re di têkiliyê daniye û ew têgeha Jineolojiyê û ezmûnên pratîkî yên Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd wekî referansek krîtîk ji bo lêkolînên zayendî yên gerdûnî dibîne.