Siyamend Mûînî: Divê Kurd ji pêvajoya guherînê ya gengaz a li Îranê re amade bin
Siyamend Mûînî yê ji PJAK'ê ragihand ku tevgerên siyasî yên Kurd divê ji pêvajoyên guherînê yên gengaz re amade bin.
Siyamend Mûînî yê ji PJAK'ê ragihand ku tevgerên siyasî yên Kurd divê ji pêvajoyên guherînê yên gengaz re amade bin.
Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî şerê navbera DYE-ÎsraÎl û Îranê ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku Îran salên dûr û dirêj e di nava krîzeke piralî de ye, pirsgirêkên aboriyê, aciziya civakî û xitimîna siyasî sernavên sereke ne ku bandorê li paşeroja welêt dikin.
Siyamend Mûînî destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê gelên li Îranê û hêzên demokratîk ji bûyerên di dema pêş de biqewimin re amade bin.
Mûînî işaret bi girîngiya lêgerîna diyalogê ya dema dawî û lihevkirina hêzên Rojhilatî yên ji bo hewldaneke hevpar û diyar kir ku ev hevkarî ji bo bilêvkirina bi xurtî ıya daxwazên gel û parastina wê, girîng e.
Mûînî got, "Gelê Kurd ji bo karibe firsendên paşerojê bi kar bîne divê di nava yekîtî û rêxistiniyê de be" û diyar kir ku karên siyasî divê ne tenê li ser bûyerên rojane, lê belê bi perspektîfeke stratejîk û demdirêj bêne kirin.
Siyamend Mûînî qala bandora bûyerên herêmî û navneteweyî ya li ser Îranê kir û anî ziman ku guherînên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên aktorên navneteweyî divê bi baldarî bêne şopandin. Mûînî ragihand ku guherîna demokratîk tenê bi destwerdanên derve nabe ûu hêza esasî wê têkoşîna hevpar a gelên Îranê be.
Siyamend Mûînî destnîşan kir ku partiyên Kurd di pêvajoya demokratîkbûnê de ya li Îranê dikarin bi roleke pêşeng rabin û got, "Îrayeke civakî ya rêxistinbûyî û demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê bê afirandin ne tenê wê xizmetê ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bike, di heman demê de wê tevkariyê li paşeroja demokratîk a gelên Îranê hemûyan bike. Ji ber vê jî gelekÎ girîng e ku hêzê siyasî û gelê Kurd ji pêvajoyên guherînê yên gengaz re xwe amade bikin."
Mûînî diyar kir ku misogerkirina mafên demokratîk ên Kurdan yekser bi demokratîkbûna gitşî ya Îranê ve girêdayî ye û ragihand ku li ser bingeha tevlîbûna demokratîk, azadÎ û wekheviyê divê sîstemeke siyasî ya nû bê avakirin.
Siyamend Mûînî anî ziman ku krîzên heyî yên li herêmê di heman demê de derfetên siyasî yên nû jî afirandiye û got, divê tevgera siyasî ya Kurd vê demê rast binirxîne. Mûînî anî ziman ku diyalog, rêxistinbûn û xurtkirina amûrên têkoşîna demokratîk yek ji wezîfeyên bingehîn ên demê ye û got, ji bo Kurdan guherîna demokratîk a li çar parçeyan tenê bi têkoşîna hevpar û piştevaniyê dibe.