Parlamentoya Ewropayê peymana bazirganiyê ya YE-DYE’yê erê kir

Parlamentoya Ewropayê bi piraniya dengan peymana bazirganiyê ya ku par di navbera Yekîtiya Ewropayê û DYE’yê de hatibû kirin, erê kir.

Di dengdana li Strasbourgê hat kirin de, peyman bi 440 dengan hate erêkirin, 151 parlamenter dengê li dijî peymanê bi kar anîn û 50 parlamenter jî bêalî man.

Di çarçoveya peymanê de, YE’yê bacên gumrikê yên li ser beşeke mezin a berhemên pîşesazî û çandiyê yên ku ji DYE’yê tên hawirdekirin, rake.

Her çiqas gelek parlamenterên Parlamentoya Ewropayê rexne kirin ku peyman nehevseng e jî, di encama muzakereyan de hin mîsogeriyên jji bo parastina berjewendiyên Ewropayê hatin zêdekirin. Li gorî ve, ger biryareke nû ya dirêjkirinê neyê girtin, peyman wê di dawiya sala 2029’an de bi dawî bibe.

Her wiha peyman raye da Komîsyona Ewropayê ku ger rêveberiya Trump heta dawiya salê bacên ji sedî 50  ya zêde ên ku li ser sedan berhemên di nav de pola û alumînyum hene nerake, dikare peymanê rawestîne.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Stephane Sejourne di nirxandina xwe ya piştî dengdanê de anî ziman ku biryar di vekirina rûpelekî nû têkiliyên transatlantîk de û xurtkirina cihê Ewropayê li hemberî DYE’yê de girîng e.

Ji bo ku peyman bikeve meriyetê, erêkirina 27 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê jî pêwîste. Welatên endam di meha Gulanê de, di prensîpê de piştgirî dabûn peymanê. Bi temambûna erêkirina fermî re, pêvajoya erêkirinê ya peymanê bi dawî bibe.