Li Efrînê binpêkirinên mafan dewam dike
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digirin, dest danîne ser gelek mal û milkên Efrîniyan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digirin, dest danîne ser gelek mal û milkên Efrîniyan.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê endam û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digirin, destdirêjî li mal û milkên Efrîniyan dikin, ji malên wan dernakevin, pere dixwazin, berî ku ji malên efrîniyan derkevin jî, hemû alavên malê talan dikin.
Her wiha di raporê de hate gotin ku 4`ê Hezîranê endamên Koma Sultan Silêman Şah (Emşat) ên girêdayî dewleta Tirk û yên tev li Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî bûne, pev çûne. Ew li mala Mistefa Îbîş Hemo yê ji gundê Enqele ya girêdayî navçeya Şiyê li hev ketine.
Ew endamên koma Emşat li ser boriyên avdanê û tiştên ku didizin jî li hev dikevin. Derdora 350 m boriyên avdanê ku buhayê wan derdora hezar dolarê amerîkî ye, dizîne. Ev boriyên avdanê yên Izet Mistefa Bekir in. Her wiha ji bîra apê Izet Serbest Izet nêzî 90 m borî dizîne û boriyeke Nezwet Izet Bekir a 60 m dizîne. Li gorî rêxistinê agahiya aliyên têkildar bi vê yekê heye lê destwerdanê nakin.
10’ê Hezîranê li gundê Eqla yê navçeya Şiyê 2 zarokan ji dikana welatiyê bi navê Xelîl Mistefa 10 hezar lîreyê Tirkiyeyê diziye. Kesên ku gazinc kir, got yek ji wan zarokan destê wî di dizîna boriyên avdanê de jî heye. Malbata her du zarokan dest daniye ser mala welatiyê bi navê Mistefa Şêx Zariye yê ji gundê Eqla.