Tulay Hatîmogullari di çarçoveya ‘pêvajoyê’ de serdana Girtîgeha Sîncanê kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, serdana girtiyên li Girtîgeha Sîncanê kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, serdana girtiyên li Girtîgeha Sîncanê kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, serdana girtiyên li Girtîgeha Sîncanê kirin.
Tulay Hatîmogullari û Sebahat Erdogan Saritaşê, serdana girtî Alî Urkut, Nazmî Gur, Alp Altinors, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksiz, Îsmaîl Şengul û girtiyên jin ên siyasî Dîlek Yagli, Zeynep Karaman, Ayşe Gokkan, Leyla Guven û Melîke Goksuyê kirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de nêrînên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine gotûbêjkirin.