Mazlûm Ebdî: Entegrasyon hate nirxandin

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ragihand kud i hevdîtina bi Nêçirvan Barzanî û Tom Barrack de mijara entegrasyona QSD û Rêveberiya Xweser a li saziyên Sûriyeyê hate nirxandin.

Roja Sêşemê li Herêma Kurdistana Iraqê di navbera Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê QSD, Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Serokatiya Dewletên -Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ê ji Sûriye û Iraqê Berpirsyar Tom Barak de civînek pêk hat.

Mazlûm Ebdî der barê naveroka civînê de li ser platforma X nivîsî: "Me li ser mijarên girîng gotûbêj kir, bi taybetî gavên ku ji bo entegrekirina hêzên me û Rêveberiya Xweser di nav hikûmeta Sûriyeyê de têne avêtin û şopandina pêkanîna peymanan bi awayekî ku pêvajoya siyasî û aramiyê xurt bike."

Ebdî got: "Me piştgiriya xwe ji bo hewildanên dijî terorê û ji bo pêşxistina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê nîşan da."

Mezlûm Ebdî bal kişand rola piştgir a Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina aramiya herêmî û diyaloga di navbera aliyan de, ku xizmeta ewlehî û aştiya herêmê dike.